Li Îdirê rojên fîlman
A+
A-
21.09.2013
ÎDIR (DÎHA) - Şaredariya Îdirê Mîhrîcanên Fîlmên Taxan li dar xist. Mîhrîcê bi fîlma "Siyabend û Xecê"dest pê kir.
Şaredariya Îdirê, Mîhrîcanên Fîlmên Taxan li dar xist. Mîhrîcan bi fîlma "Siyabend û Xecê" li taxa Ozgurê dest pêkir. Dê mîhrîcan dê heta 30'ê Îlonê bidome. Cîgira Şaredariya Îdirê Ayşegul Yaşar, Alîkara Şaredariya Îdirê Çîgdem Yilmaz, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî beşdarî mîhrîcanê bûn. Di roja yekemîn ya mîhrîcanê de fîlma "Siyabend û Xecê" hat pêşandan. Fîlma ku di bin kon de hat temaşekirin ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat.
Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de dê 10 rojan li taxên Îdirê fîlm bê temaşekirin.
Bêjeyên Miftehî li,îdirê,rojên,fîlman
