1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Li Îmraliyê çi dibe?
Li Îmraliyê çi dibe?,li,îmraliyê,çi,dibe

Li Îmraliyê çi dibe?

Di çarçoveya konsepta şer a hikumeta AKP'ê de tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez têkîldarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi gotina "Kengî 'polîtîkayên ewlehiyê' derkevin pêş dewlet li Îmraliyê polîtîkayên xwe tund dike" nirxand anî ziman ku ew ji ber rewşa Ocalan bi fikar in. Bîlmez bilêv kir ew nizanin li Îmraliyê çi diqewime û wiha got: "Em ji Wezareta Dadê dixwazin demildest îzahatekî bike."

Di çarçoveya konsepta şer a hikumeta AKP'ê de tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe girantir dibe û herî dawî jî du girtiyên bi navê Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ji Girava Îmraliyê sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hatin kirin. Buroya Hiqûqê ya Asrin jî derbarê mijarê de duh daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew ji ber rewşa Ocalan bi fikar in.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Îbrahîm Bîlmez derbarê mijarê de ji DÎHA'yê re axivî. Bîlmez diyar kir ku ew bi tu awayî nikarin xwe bigihînin Îmraliyê, nizanin ku rewşa Ocalan çawa ye û wiha axivî: "Duh bi tesadufî me ferq kir ku nameya ku me ji muwekkîlê xwe Nasrullah Kuran re şandibûn, hatiye îadekirin. Li ser zerfê jî sedema îadeyê 'veqetîn' hatibû nivîsandin. Li ser vê yekê em li Girtîgeha Îmraliyê geriyan. Bi me re muxatap bûn û rewşê qebûl kirin. Me pirs kir ku kesekî din ê ji girtîgehê hatiye şandin heye an na, gotin na. Lê em fikirîn dibe ku Çetîn Arkaş jî hatibe şandin. Ji ber ku li ser nameya ku me ji wî re şandibû û li me vegeriya jî sedema îadeyê 'veqetîn' hatibû nivîsîn. Em car din li girtîgehê geriyan lê bi me re hevdîtin nekirin." Bîlmez da zanîn ku ji bo bi Nasrullah Kuran re hevdîtin bikin çûne Girtîgeha Sîlîvriyê lê ji hevdîtina wan re destûr nehatiye dayîn û wan giliyê îdareya Girtîgeha Sîlîvriyê li Dadgeha Bakirkoyê kirine.

'Hewl didin ku ji me tiştekî veşêrin?'

Bîlmez got ku ew nizanin li Îmraliyê çi diqewime û wiha berdewam kir: "Di serî de Birêz Abdullah Ocalan 3 muwekkîlên me yên din eger li Îmraliyê bin, em nizanin rewşa wan çi ye. Em dizanin ku Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş li Girtîgeha Hejmar 9 ya Sîlîvriyê ne. Lê ji ber ku destûr nayê dayîn ku em bi wan re biaxivin, pirs tên hişê me. Ji me tiştek vedişêrin? Gelo îşkence li muwekîlên me hatiye kirin?"

'Ocalan tu carî xwe nade bikaranîn'

Bîlmez diyar kir ku li gel aliyê hiqûqî, aliyê siyasî ya vê rewşê heye. Bîlmez da zanîn ku nameyên ku ji Îmraliyê re têne şandin tê desteserkirin, hevdîtina bi telefonê nayê kirin û bi tu awayî hiqûq tune ye. Bîlmez anî ziman ku dewlet dixwaze Îmraliyê bixe navgîna polîtîkayên xwe û got "Divê dewlet Birêz Ocalan nas kiribe. Birêz Ocalan tu carî xwe nade bikaranîn. Ev polîtîka jî xizmeta Tirkiyeyê nake."

'Divê Wezareta Dadê daxuyanî bide'

Bîlmez bibîrxist ku ev 17 sal in kengê polîtîkayên şer bikeve meriyetê, polîtîkayên dewletê yên li ser Îmraliyê jî tundtir dibe û tecrîdê kûr dike. Bîlmez balê kişand ser pêvajoyên dema borî û êrîşên li hemberî Ocalan û got ji ber vê yekê gelek bi fikar in. Bîlmez bang li Wezareta Dadê, Serdozgerî û rayedarên Girtîgeha Îmraliyê kir ku derbarê rewşê de daxuyanî bidin û got "Di pêvajoyeke ewqas hesas de pêdivî bi vê daxuyaniyê heye."

'Sekreteryaya Ocalan hate sirgûnkirin'

Bîlmez di berdewama axaftina xwe de balê kişand ser terora dewletê ya li Kurdistanê û wiha pê de çû: "Em bi rewşek tarî re rû bi rû ne. Reya derketina ji vê rewşê jî ew e ku dewlet vîna çareseriya siyasî nîşan bide." Bîlmez destnîşan kir ku dewlet tu carî muzakere nemeşandiye û ji ber vê pêkanînê ew bi fikar in ku rewş hin jî girantir bibe. Bîlmez bibîrxist ku her 5 girtî di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de di Adara 2015'an de anîn cem Ocalan û wiha got: "Dê ev 5 kes wekî sekreteryaya Ocalan xebat bikirana. Niha em hîn dibin ku sekreterya hatiye sirgûn kirin."

(sy)


Bêjeyên Miftehî