1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Îranê gel derket qadê
Li Îranê gel derket qadê,li,îranê,gel,derket,qadê

Li Îranê gel derket qadê

A+ A-

Agirê xwepêşandanan gihaşt Îranê. Di encama xwepêşandana paytextê Têhranê de, kesekî kurd hat kuştin. Hate ragihandin ku gelek kesên din jî birîndar in.

Xwepêşandanê do li Îranê dest pê kir. Bi drûşmên li dijî Mehmûd Ehmedînijad û Elî Xamineyî gel derket qadê.

Li ser mudaxeleya polîsan li meydana Azadî ya Têhranê pevçûn derket. Di heman demê de Elî Xamineyî biryara azadkirina 661 girtiyên siyasî da, lê ev biryar dê çiqasî bandorê li ser rewşê bike nayê zanîn.

Dewletê der barê muxalîfên wekî Mehdî Kerûbî Mîr Huseyn Mûsewî de biryara ku ji mala xwe dernekevin da. Ev biryar dişube biryara Misrê ya der barê lîderê muxalîf Baradeyî de.

Wezîra kar û barên derve ya Emerîka Hillary Clinton der barê jî daxuyaniyek da û got, ku Amerîka piştgirîya doz û daxwazên xwepêşandêran dike û li dijî dijwarîyê ye û daxwazan ji desthilatdariya Îranê dike, ku ew sistemeke vekirî li Îranê bi cih bikin.


Bêjeyên Miftehî