1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Îranê ji serê salê ve zêdetirî 400 kes hatin darvekirin
Li Îranê ji serê salê ve zêdetirî 400 kes hatin darvekirin,li,îranê,ji,serê,salê,ve,zêdetirî,400,kes,hatin,darvekirin

Li Îranê ji serê salê ve zêdetirî 400 kes hatin darvekirin

A+ A-

TEHRAN - ANF Di pêvajoyeke ku di navbera welatên rojavayî û Îranê de muzakereyên têkildarî nukleerê hene, binpêkirinên mafan ên li Îranê bal dikişîne.

Li Îranê piştî Hasan Rûhanî bû Serokkomar jî darvekirinan ji leza xwe tiştek winda nekir. Li gor çavkaniyên muxalif ji serê sersalê heta niha herî kêm 406 kes hatine darvekirin.

6’ê Gulanê li Girtîgeha Urmiyê 6 kes bi komî hatin darvekirin. Tenê di destpêka Gulanê de herî kêm 31 kes ku hatin darvekirin, ji civaka navneteweyî ti şermezarkirin nehat.

Rêxistina mafê mirovan a Humain Rights a Îran a navenda wê li Oslo ye, diyar kir ku di sala 2014’an de 753 kes hatine darvekirin.

Rejîma Îranê gelek kesên tên darvekirin, bi awayekî fermî aşkera nake. Hin kes bi dizî tên veşartin. Ji ber vê tê texmînkirin ku hejmara rast a darvekirinan zêdetir e.

Rejîm her wiha îşkence û pêkanînên hov ên wek qutkirina dest û lingan, derxistina çavan, kevirkirin, di nav şert û mercên dij mirovî de hiştin û hwd. pêk tîne.

Rejîm her wiha mudaxeleyî cil û bergan, modela poran jî dike. Rejîma Îranê têkildarî mijara înternet, çapemenî û azadiya ramanê di nav welatên herî zextdar de cih digire.