1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li Îskenderun û Dîgorê pîrozbahiya 8'ê Adarê
Li Îskenderun û Dîgorê pîrozbahiya 8'ê Adarê,li,îskenderun,û,dîgorê,pîrozbahiya,8,ê,adarê

Li Îskenderun û Dîgorê pîrozbahiya 8'ê Adarê

A+ A-

Komîsyona Jinan a Rêxistina BDP'ê ya Îskenderunê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê xwarinek da. Li navçeya Dîgora Qersê jî şahî hat lidarxistin.

Komîsyona Jinan a Rêxistina BDP'ê ya Îskenderunê ya Hatayê bi minasebeta 8'ê Adarê li Restorasn Qesra Sipî ya Îskenderunê xwarinek da. Ji sendîka, platformên kedê û derdorên din nêzî 250 jin tevlî xwarinê bûn. Di salonê de pankrata wêneyên 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin a "Soza we soza me riya we rêya me ye" daliqandin. Piştî rêzgitinê bernameyê dest pê kir. Endama Meclîsa BDP'ê Emîne Înan û Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Îskenderunê Şukran Laçîn axivîn û bal kişandin ser dîroka 8'ê Adarê. Piştî axaftinan jina bi stranan govend girt.

QERS

Li navçeya Dîgorê ya Qersê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de şano û sînevîson hat pêşandan. Li navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Dîgorê şano û sinevizyon hat pêşandan û helbest hatin xwendin. Parlamentera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtan, Hevserokên BDP'a Qersê Nuriye Erkmen, Şerafettin Îldirim, Şaredarê Dîgorê Musaffer Kutay, Wekîlê Pazarcixê Husnu Anci, endamên meclisa bajar û navçeyê û bi sedan welatî amade bûn. Di şahiyê de peyama Şaredarê Pazarcixê Ayhan Erkmen ku li girtîgeha Tîpa H a Erziromê ye hat xwendin. Piştre Wekîle Şaredar Husnu Anci, 8'ê Adarê li jinan pîroz kir. Hevseroka BDP'a Qersê Nuriye Erkmen jî diyarkir ku çiqas jin di ber xwe bidin dê ew qas bi hêz û azad bibin.

Piştre Koma şano ya Roj A Med derket ser dikê.

STENBOL

Xwendekarên jin ên welatparêz yên Beşa Wêjeyê yên Zanîngeha Stenbolê (İU) jî bi heman armancê şahiyek pêk anîn. Şahî bi silogana "Ji Rozayan heta Sakineyan soza we soza me, têkoşîna we têkoşîna me ye" pêk anîn. Jinan di şahiyê de bê navber siloganên "Jin Jiyan Azadi" û "Biji Serok Apo" berz kirin.

(bd/mae)