1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şaxa Zorakan ferzkirina sîxuriyê
Li Şaxa Zorakan ferzkirina sîxuriyê,li,şaxa,zorakan,ferzkirina,sîxuriyê

Li Şaxa Zorakan ferzkirina sîxuriyê

A+ A-

ÎZMÎR(DÎHA) - Zarokê bi navê C.K. (15) ê li Menemenê hate binçavkirin îdia kir ku li Midûriyeta Şaxa Zarokan a Konakê polîsan sîxurî li ser wî ferz kirine. C.K. got ku ji ber ku sîxurî qebûl nekiriye ji aliyê polîsan ve hatiye derp kirin û rastî heqeretê hatiye.

Li taxa Asarlik a navçeya Menemenê ya Îzmîrê zarokê bi navê C.K. ê 15 salî yê di 19'ê kanûna 2015'an de hate binçavkirin rastî ferzkirina sîxuriyê hatiye. C.K. ê li taxê bi 8 kesan re hate binçavkirin îdia kir ku li Midûriyeta Şaxa Zarokan a Konakê ewil rastî îşkenceya psîkolojîk hatiye piştre jî sîxurî li ser wî hatiye ferzkirin. C.K. got ku ji ber ku sîxurî qebûl nekiriye ji aliyê polîsan ve hatiye derp kirin û rastî heqaretê hatiye.

'Ji ber ku min îtirazî kelepçeyê kir hatim derbkirin'

C.K. ê ku tiştên di bin çavan de jiyaye anî ziman got ku serê sibehê piştî ku hatiye binçavkirin ewil birina kontrola tenduristiyê û piştre jî ew birine Şaxa Zarokan a Emniyeta Konakê. C.K. got ku xwestiye biçe tuwaletê lê polîsan destur nedane, li nexweşxaneyê dema ku hatiye muayenekirin polîsan kelepçeya ters xistine destên wî û ew gelekî êşandine, ji ber ku îtirazî kelepçeyê kiriye jî ji aliyê polîsanv e hatiye darbkirin.

'Heke hûn wêneyê kesên tevli çalakiyan dibin bikişînin hûn ê xilas bin'

C.K. anî ziman ku nîvê şevê du polîsên sivîl hatine nezaretê û bi wî re sohbet kirine û piştre jî polîsan jê re gotina "Dema çalakiyê heke wêneyê çend kesan bikişînin tu kes tiştekî ji we ra nabêje. Pişta we dê neyê erdê. Dewlet dê tişkekî bi wa neke. Sabiqeya we dê bê paqijkirin. Em ê telefonê ji were bikirin. Wênekêşa modela dawî em ê ji we re bikirin" bi kar anîne û sîxurî li ser wî ferz kirine. C.K. derbirî ku ji ber ku ev daxwaza sîxuriyê qebûl nekirine rastî şîdet û heqereta polîsan hatiye.

Li edliyeyê jî sîxurî ferz kirin

C.K. bilêv kir ku ferzkirina sîxuriyê tenê li nezaretxaneyê bi sînor nemaye û wiha axivî: "Piştî ku em çûn edliyeyê jî 4 polîsan min birin tuwaletê. Xwestin ez li dadgehê nav bibêjim û gotin 2 kes hatin berdan wan navên we gotin. Hûn jî nevên kesên din bibêjin em ê we berdin. Lê min qebûl nekir."

C.K. got ku muameleya xirab a ku dîtiye li dadgehê jî aniye ziman û dadger jî polîs parastiye û gotina "polîsan ji ber hêrsê wisa kirine, ne girîng e" bi kar aniye.

(sa)