1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şirnex, Gever û Nisêbînê 29 tîmên taybet hatin kuştin
Li Şirnex, Gever û Nisêbînê 29 tîmên taybet hatin kuştin,li,şirnex,gever,û,nisêbînê,29,tîmên,taybet,hatin,kuştin

Li Şirnex, Gever û Nisêbînê 29 tîmên taybet hatin kuştin

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê, li ser şer û çalakiyên li Şirnex, Nisêbîn û Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Di daxuyaniyê de hat ragihandin, 29 tîmên taybet hatine kuştin. Kordînasyonê diyar kir, 3 şervanên YPS'ê jiyana xwe ji dest dane.

YPS'ê da xuyakirin, ku weke Hêzên Parastina Sivîl berxwedana wan a li hemberî êrîşên çeteyên qesrê û artêşa Tirk a dagirker û faşîst dewam dike û li ser şerê vê dawiyê qewimî, ev agahî da:

ŞIRNEX

Navenda Şirnexê: Roja 24'ê Adarê leşkeran hewl dan êrîşî taxa Gazîpaşa ya li navenda Şirnexê bikin. Di şerê li vir de leşkerek hat kuştin.

24'ê Adarê li hemberî 1 tank û 1 maşîna zirxî ya bi tîpa kobra li taxa Cûmhûriyetê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Piştî lêdana derbên xurt ên hêzên me, çeteyên qesrê neçar man van maşînên xwe vekişînin.

Heman rojê li taxa Yenî şer derket. Agahiyên berfireh ên li ser vî şerî wê piştre werin parvekirin.

NISÊBÎN

Li taxa Elîka ya Nisêbînê, roja 24'ê Adarê hêzên me yên parastina sivîlan, li hemberî maleke ku çeteyên qesrê lê bi cih bûbûn, çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encamê de 6 çeteyên qesrê hatin kuştin.

24'ê Adarê li derdora taxa Elîka, hêzên me yên xweparastinê li kepçeyeke hewl dida bikeve nava taxên me xistin û di encamê de kepçe lê hat, ku nema karibe bê bikaranîn. Li vir 3 çeteyên qesrê hatin kuştin.

24'ê Adarê, li hemberî çeteyên qesrê yên dixwestin bikevin taxa Elîka, hêzên me yên berxwedanê bersiv dan û li ser vê yekê şer derket. Di vî şerî de 6 çeteyên qesrê hatin kuştin, 2 çeteyên qesrê jî birîndar bûn.

Roja 25'ê Adarê saet di 00:00 de dîsa li taxa Elîka, hêzên me li dijî nuqteyeke çeteyên qesrê lê bûn çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 4 çeteyên qesrê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Li taxa Koçer jî hêzên me xwe berdan nava çeteyên qesrê û di encama vê çalakiyê de 2 polîsên tevgera taybet (POH) hatin kuştin.

Di şerê 24'ê Adarê de şervanekî me bi lehengî li ber xwe da û di encama berxwedaneke mezin de şehîd ket. Agahiyên li ser şehîdê xwe em ê piştre eşkere bikin.

GEVER

Li Geverê, bomberdûmana li hemberî taxên Cûmhûriyet, Gungor, Orman, Kişla û Dize dewam dike. Li taxên Gungor û Ormanê şer dewam dike. Agahiyên li ser vê yekê wê piştre bi raya giştî û gelê me re werin parvekirin.

25'ê Adarê di navbera çeteyên qesrê yên hewl didan bikevin nava taxê û hêzên me yên taxê diparêzin de roja 26'ê Sibatê saet di 5'an de şer derket. Li vê derê 7 çeteyên qesrê hatin kuştin. Di vî şerî de 2 şervanên me yên bi nasnav Cûdî Wan û Şervan Amed şehîd ketin."