1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şirnexê 5 polîsên tîmên taybet û çawişekî pispor hatin kuştin
Li Şirnexê 5 polîsên tîmên taybet û çawişekî pispor hatin kuştin,li,şirnexê,5,polîsên,tîmên,taybet,û,çawişekî,pispor,hatin,kuştin

Li Şirnexê 5 polîsên tîmên taybet û çawişekî pispor hatin kuştin

Li ser rêya Şirnex-Cizîrê, maşîneke zirxî ya bi tîpa Ûral hat rûxandin. 5 polîsên tîmên taybet ên di wesayîtê de hatin kuştin

A+ A-

ŞIRNEX - ANF Li ser rêya Şirnex-Cizîrê, maşîneke zirxî ya bi tîpa Ûral hat rûxandin. 5 polîsên tîmên taybet ên di wesayîtê de hatin kuştin. Li navenda Şirnexê jî tê gotin ku çawişekî pispor hatiye kuştin. YPS'ê berprisyariya çalakiyan girt ser xwe.

Li ser rêya bejahî ya Şirnex-Cizîrê duh bi şev saet di 02:30 de li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Ûral çalakiyek hat lidarxistin. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bi rêya medya civakî berpirsyariya çalakiyê girt ser xwe. YPS'ê diyar kri ku bi teqemeniya li ser rê hatibû bicihkirin, maşîna zirxî îmha kirine. Hat ragihandin ku di encama teqînê de 5 polîsên tîmên taybet ên di wesayîtê de bûn, hatine kuştin.

YPS-Şirnexê diyar kir ku ev çalakî ji bo bersivdayîna li qetilkirina 2 ciwanên li Taxa Dîcleyê hatiye lidarxistin.

LI NAVENDA ŞIRNEXÊ ÇAWIŞEKÎ PISPOR HAT KUŞTIN

YPS-Şirnexê her wiha da zanîn ku danê vê sibehê li ser rêya Çakirsogutê çawişekî pispor hatiye kuştin.

Li aliyê din, li gorî daxuyaniya YPS-Şirnexê ya bi rêya medya civakî weşand, duh bi şev saet di 09:30 de li hemberî kulûbeya nobedê ya li pêşiya mala polîsan a li taxa Ataturkê ku 5 polîs tê de bûn, çalakiya bi roketê hatiye lidarxistin. Lê belê hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehatiye zelalkirin.