1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şirnexê 7 tîmên taybet hatin kuştin, zêdeyî 20 birîndar bûn
Li Şirnexê 7 tîmên taybet hatin kuştin, zêdeyî 20 birîndar bûn,li,şirnexê,7,tîmên,taybet,hatin,kuştin,zêdeyî,20,birîndar,bûn

Li Şirnexê 7 tîmên taybet hatin kuştin, zêdeyî 20 birîndar bûn

Li Şirnexê, di navbera hêzên dewletê û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar diqewime. Di şerê duh ê li 5 nuqteyên cuda de herî kêm 7 tîmên taybet hatin kuştin, zêdeyî 20 jî birîndar bûn.

A+ A-

ŞIRNEX - ANF Li Şirnexê, di navbera hêzên dewletê û endamên YPS/YPS Jinê de duh bi şev li 5 nuqteyê cuda şerekî dijwar qewimî. Saeti di 23:00 de li hemberî Midûriyeta Emniyetê, Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê, lojmanên leşkerî yên li taxa Tekser, Navenda Kademe ya Polîsan û dibistaneke li ser rêya Sêrtê ya ji aliyê tîmên taybet ve weke biryargehê tê bikaranîn êrîş hatin kirin. Hat ragihandin, di encama van çalakiyan de herî kêm 7 tîmên taybet hatin kuştin, zêdeyî 20 jî birîndar bûn.

Gelek roket li Midûriyeta Emniyetê ketin û maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep jî derb xwar. Li bajêr, tevahiya şev ambûlans diçûn û dihatin. Hejmara mirî û birîndaran danê sibehê zelal bû. Ekîbên Rizgarkirinê yên Medîkal a Neteweyî (UMKE) bi ambûlansên zirxî kuştî û birîndarên tîmên taybet ji herêmên şer rakirin û birin nexweşxaneya leşkerî ya li 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor.

Hat ragihandin, cenazeyên 2 endamên YPS'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Şerê piştî çalakiyê giran bû, li tevahiya bajêr belav bû. Taxên Bahçelîevler, Yenî, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Cûmhûriyetê, piştî êrîş bi top û obusan hatin bombekirin.