1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şirnexê ciwanek hate qetilkirin
Li Şirnexê ciwanek hate qetilkirin,li,şirnexê,ciwanek,hate,qetilkirin

Li Şirnexê ciwanek hate qetilkirin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnexê duh êvarê tîmên taybet ji wesayîtên zirxî Taha Bahçelîevler gulebaran kir û ciwanê bi navê Çetîn Taşar qetil kir.

Hêzên dewletê yên ku bi rojan e li navenda Şirnexê sewqiyata leşkerî dike, êrîşên li hemberî gel jî berdewam dike. Tîmên taybet duh êvarê bi wesayîtên zirxî Taxa Bahçelîevler dorpêç kir û taxê gulebaran kir. Di encama êrîşan de ciwanê bi navê Çetîn Taşar bi guleya ku li serê wî ket jiyana xwe ji dest da.

Bavê Taşar, Hasan Taşar ê ku kuştina kurê xwe bihîst bi van gotinan bertek nîşan da: "Xwedê qebûl neke. Dewlet fermana me rakiriye. Ez çi bêjim. Pitika di zikê dayikê de dikujin êdî."

Şeva borî jî tîmên taybet li Taxa Dîcleyê 2 ciwanan qetil kiribû. Ji ber êrêşên hêzên dewletê cenazeyên ciwanan ji cihê ku hatine qetilkirin nehatine girtin.

(sy)