1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şirnexê panela zimanê zikmakî
Li Şirnexê panela zimanê zikmakî,li,şirnexê,panela,zimanê,zikmakî

Li Şirnexê panela zimanê zikmakî

A+ A-

Miduriyeta Çandê ya Şaredariya Şirnexê bi tevlîbûna xwendekarên lîse û dibistanên seratayî panela bi navê "Zimanê kurdî û wêje" li dar xist.

Li Salona Dehwetê ya Şaredariya Şirnexê bi tevlîbûn sedan xwedekarên lîse û dibistanên seratayî panela bi navê "Zimanê kurdî û wêje" li dar xistin. Rêveberê Şaxa KURDÎDER'ê Zekî Îrmez, Serokê Şaxa KURDÎDER'ê ya Cîzîrê Bahaeddîn Yagircik û wêjevan Celal Turpçu tevlî panelê bûn. Bahaeddîn Yarcik, diyar kir ku pêşeroja netewekê zarok û ciwan in. Yarcik, anî ziman ku polîtîkayên asîmîlsayonê yên li ser zimanê kurdî herî zêde xwendekar û ciwanan bi bandor dikin û wiha got: "Îro ciwan û zarokên me zimanê xwe ji ber vê nizanin."

Di civînê de wêjevan Celal Turpçu jî li ser wêjeya kurdan agahî dan.

DÎHA (ft/lg)