1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Şirnexê şer giran bû
Li Şirnexê şer giran bû,li,şirnexê,şer,giran,bû

Li Şirnexê şer giran bû

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê, berxwedan û şerê giran didomin

A+ A-

ŞIRNEX - ANF Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê, du meh li dû xwe hişt.

Şer li taxên Îsmetpaşa, Bahçelîevler, Yenî û Cûmhûriyetê giran e. Bi wesayîtên zirxî yên li dora bajêr bi cih bûne, gule li van taxan tên reşandin.

Her wiha taxa Îsmetpaşa danê sibehê bi obûsan hat bombekirin û ji ber vê bomberdûmanê dû bi ser gelek malan ket.

Li hemû taxên berxwedanê bi taybetî li taxa Bahçelîevlerê, şer ji nû ve dijwar bû.

Li ser bajêr balafirên keşfê yên bêmirov digerin, li nava bajêr jî ambûlans di nava liv û tevgerê de ne.

Balkêş e di nava maşînên leşkerî yên tên veguhastin de qemyonên sivîl ên ser wan bi brandayan hatine nixumandin hene. Li ser barê van qemyonan agahî bi dest nehat xistin.


Bêjeyên Miftehî