1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Li Şîlî´yê erdheja dijwar: 8.2
Li Şîlî´yê erdheja dijwar: 8.2,li,şîlî,yê,erdheja,dijwar,8,2

Li Şîlî´yê erdheja dijwar: 8.2

A+ A-

SANTIAGO 02.04.2014 08:34:58 Êvara Sêşemê li bakurê Şîlî erdhejek bi dijwariya 8.2 pileyî pêk hat. Herêma erd lê hejiya weke herema afetên xwezayî hat îlankirin. Li Şîlî, Perû, Hondûras û Ekvatorê hişyarya tsûnamî hat kirin. Serokdewlet Michelle Barchelet herêmên Arica û Tarapacan weke heremên afetê îlan kir. Bachelet wê îro jî biçe herêma lê erd hejiya.

Erdhej li gorî dema herêmê saet li dora 20:45'an li peravên 89 kîlometre başûr rojavayê bajarê Cuyayê rû da. Navenda Sîsmolojî ya Neteweyî ya Şîliyê di tespîta xwe ya yekemîn de ragihand ku erdhej 46,4 kîlometre li binê erdê bi dijwariya 7.8'an rû daye. Piştre hat diyarkirin ku dijwariya erdhejê 8.2 pile ye.

Buroya rewşê lezgîn a Şîlî jî fermana valakirina peravên bakur ên welêt da. Li Ekvator, Hondûras û Perûyê hişyariya tsûnamî hat dayîn.

Lê belê pêlên destpêkê yên ji ber erdhejê xwe gihandibûn bajarê Pisagua yê li bakur. Dihat payîn ku xwe bigihîne heta bajarê Punta Arenas. Mahmut Aleuy Sekreterê Wezîrê Karên Hundir ê Şîlî Rodrigo Penalillo da xuyakirin li Iquiqe beriya pêlên avê, ava deryayê bi qasî du metre û nîvan vekişiyaye û piştre pêlên bi qasî 2 metreyan bilind rû dane.

Serokdewletê Ekvatorê Rafel Correa banga baldarî û amadekariyê kir. Li Perûyê li tevahiya herêmên peravê alarm hat dayîn. Li Lîma jî tevahiya rêyên peravê, girtî ne.