1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. LOTUS dê 5'emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyan pîroz bike
LOTUS dê 5'emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyan pîroz bike,lotus,dê,emîn,salvegera,damezirandina,xwe,bi,şahiyan,pîroz,bike

LOTUS dê 5'emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyan pîroz bike

Komeleya Çand û Hunera Med û LOTUS'ê (MKS-DER) ku 5 salin li kolan û taxan xebatên muzîk, dans, şano, kursên kurdî, dimeşîne û li dijî pişaftina çandê têdikoşe, dê 5'emîn salvegera xwe bi şahiyên cuda pîroz bike.

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Komeleya Çand û Hunera Med û LOTUS'ê (MKS-DER) ku 5 salin li kolan û taxan xebatên muzîk, dans, şano, kursên kurdî, dimeşîne û li dijî pişaftina çandê têdikoşe, dê 5'emîn salvegera xwe bi şahiyên cuda pîroz bike.

MKS-DER, di sala 2005'an de li Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê bi navê Lotusê dest bi xebatên xwe kir. Lotus, bi armanca li taxên xizan û jar li dijî polîtîkayên pişaftin û înkara çand, ziman û nirxên kurdan têbikoşe dest bi xebatên xwe kir. Lotûsê di sala 2009'an de navê xwe kir Komeleya Çand û Hunerê ya Medê û di bin baneya NÇM'ê de xebatên xwe berdewam kir. Xebatkarên MKS-DER'ê salek e di beşên gîtar, şano, çello, kursên kurdî û gelek qadên çand û hunerê de xebatan dimeşînin. MKS-DER, dê 5'emîn salvegera damezirandina xwe bi şiyariya "Em dê şevên tarî di ronanhiya rojê de bixeniqînin" konserê bidin. Di şahiyê de dê hunermend Seyda Perinçek û Cevdet Bagca û gelek kesên din derkevin ser dikê. Her wiha dê komên MKS-DER'ê yên şano û dansên gel jî derkevin ser dikê.

'Em dê li dijî pişaftin û înkarê xebatên xwe xurt bikin'

Xebatkarê komeleyê Umît Kocaaga, der barê xebatên komeleyê de agahî dan û anî ziman ku niha di qadên şano, tembûr, gîtar, çello, keman, cumbuş, lîstikên gel û kursên dizam de xebatê dimeşînin. Kocaaga, anî ziman ku bi taybetî li metrepolan polîtikayên pişaftin û jixwedûrxistinê gelek zêde ye û ew bi van xwebatên xwe hewl didin ku li dijî van polîtîkayan têkoşînê bidin û ciwanan bi çanda xwe ve girê bidin.

Şahî di 18'ê mijdarê de ye

Kocaaga, anî ziman ku dê di 18'ê mijdarêde li Salona Yaşam a Bagcilarê bi şîara "Em dê şevên tarî di ronanhiya rojê de bixeniqînin" konserê bidin.

(mae)