1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Lozana duyemîn tê tertîbkirin"
"Lozana duyemîn tê tertîbkirin",lozana,duyemîn,tê,tertîbkirin

"Lozana duyemîn tê tertîbkirin"

A+ A-

Serokê Konseya Birêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, destnîşan kir ku AKP bûye neteweperest û plana tasfiyeyê ya AKP’ê wisa bi kurtasî vegot: “ Serokatî wê bê mitkirin, dengê wî wê neçe civakê, rista wî ya rênîşandêriyê wê nîn be; rêveberî wê were çewisandin, ew ê li dij hewldanên sûîkastê pêk werin, bi vî awayî navenda rêvebirinê ew ê bê manewra were hiştin û werre tasfiyekirin.

Karayilan anî zimên ku armanc ew e ku Kurdan din ava pergala nû de bicî nekin û nehêlin ristekê hildin û got “Dİ rastiya xwe de Lozana duyemîn tê tertîbkirin. Tevgera çewisandina Kurdan a beriya terîbkirina Lozana duyemnîn niha di rojevê de ye.”

Serokê Konseya Birêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ku pirsên ANF’ê bersivand, 31’În salvegera 12’ê Îlonê jî nirxand û derbarê planên AKP’ê û hevdîtin di dema dawîn de bi rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê re jî pêk tên vegot.

Karayilan bal kişand ser tecrîda ku bi destê AKP’ê li ser Ocalan pêk tê jî û hişyariy^ku “lîstikên gelekî xeter” tên lîstin da.

Karayilan bal kişand ser darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê û anî zimên ku ew darbe li dijî azadbûna gelan darbeya Gladyoya NATO’yê bû. di serî de li zindana Amedê li Kurdistanê hemûyî û li Tirkiyeyê hovîtiyek pêk hat. asîmilasyoneke nedîtî hate ferzkirin li ser Kurdan. Bi taybetî di zindanan de ev hovîtî hat rewşeke wisa ku rûmeta mirovahiyê kirin ber lingan.

vê sîstrema faşîzan ji xwe re pergalek ava kir. her ku çû xwest ku şaxên xwe bedrin. Gelek kes di zindanan de hatin îdamkirin û îdam didomiyan. Xwestin k udi nava civakê der unîformekê(yekrengiyekê) pêk bînin.”

15’Ê TEBAXÊ EV BERGAL DERIZAND

Karayilan anî zimên ku li dijî faşîzma 12’ê Îlonê hamleya 15’ê Tebaxê pêngaveke dîrokî ye. Kir ku faşîzma 12’ê Îlonê kêm bibe û hinekî bisekine. Û got, “ Piştî Tûrgût Ozal hate dîtin ku nikarin rê li ber tevgera Kurdan bigirin, di hin tiştan de nermûn pêk anîn û hin tişt sertast kirin.”

Karayilan bal kişand ser durûtiya hin derdorên ku bi gotinên xwe li dijî faşîma 12’ê îlonê ne lê bi kiryarên xwe xizmeta wê yekê dikin û got; “ Lİ dijî vê sextekariyê jî Tevgera Azadfiya Kurdistanê wê têkoşîna xwe berzxtir bike û serkeftinê bni dest bixe.”

AKP GELEKÎ BI XETER DILÎZÊ

Derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan de jî Karayilan git, “ Ez naxwazim hin daxuyaniyên kum e dabûn dîsa dubare bikim. Ew gotinên me hê jî derrbasdar in. AKP bi rastî jî gelekî bi xeter tevdigere. Dixwaze hesasiyetan binpê bike û di civakê de bê hestiyarî û “çiminjê”yekê pêk bîne. Tiştê ku xeter e jî ev e. ji bo civaka Kurdan rola Rêber Apo baş dizanin. Digel vê jî ev 47 roj in nahêlin hevdîtin pêk werin. Kes nizane çi ye rewşa Rêber Apo. Devê mirov nagere, lê kes nizane çi bûye. Ev şerekî psîkolojîk e. dixwazin bi vî awayî rencîde bikin û paşde gavan bidin avêtin. Li hember herkesî bi awayekî bêpîvan tevdigerin. Ya xeter ev e.”

KIRYAREKE TAHRÎQKAR LI HOLÊ YE

Demîrel di sala 1991’ê de anîbû zimên ku îhtimal e hin kiryarên derveyî rûtînê pêk were. Paşê hate hînbûn ku ev yek 17 hezar û 528 bûyerên kiryarnediyar in. Gelekî xeter e ku dewletek derkeve dervey3i zagonên xwe yên hiqûqî. AKP ev ji xwe re kiriye şêweyek. Çi aleqe heye ku nahêle rêbertiya me bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. dizagonên wan de hen û pêk naynin çima? Ev yek bi awayekî aşkere zordarî û tehrîqkarî ye.”

EM JI DEWLETÊ SAKÎNTIR IN

Gelekî aşkrre dibêjim, dîsa jî m ji dewletê sakîntir in. Ji AKP’ê sakîntir in. Yan ne em rê bidin ma ew ê çe nebe gelo?

Her ku diçe AKP neteweperest dibe, bêhtir ber bi şîdetê ve diçe, puxteya xwe ya desthilatdar-çewsandinê dide der. Wekî mînak dema ku Erdogan li Stenbolê şaredar bû helwesta wî ya li hember Kêşeya Kurd cihê bû. di axavtina wî ya di sala 2005’an deli Amedê kir de cihê bû û tê zanîn. Heta beriya hilbijartinên 2007’an jî hinekÎ cihê bû. lê di hilbijartinên 2009’an de dest bi guherandineke beropvajî kir û di hilbijartinên herî dawîn de jî helwesta xwe ya rastîn aşkere kir. dewlet bû AKP’î, AKP bû dewlet. Di reqwşeka asayî de partiyeke ku nîve nîv denga bigire divê pirsgirêkên welêt çêrtir bibîbe lê AKP’ê berê xwe da şîdetê. Niha jî dibêje “ ez ê şîdetê ji desthilatên berê cudatir pêk bînim û encamekê bi dest bixim.” Konsepta wan ev e. ev teslîmiyeteke ku j ime dixwazin e.

Karayilan anî zimên ku AKP dîktatorî tevdigere û dibêje çi bibêjim ew ê wisa be. Dema ku rêbertiyê protokol pêşkêşî wan kir û siyaseta Kurd riyek da ber xwe rastiya xwe derrxistin holê.

PLAN OPERASYONA HEVKAR A LIGEL ÎRANÊ KETE XETERIYÊ

AKP’ê ji zivistanê de biryara şer dabû û ew ê ligel Îranê operasyoneke hevkar a li dijî PKK’ê pêk bianîya dabûn. Niha ev yek di xeteriyê de ye. Konseptek hebû û puxteya vê konseptê ev bû: Hilweşandina PKK’ê!

Mînakên wekî qetliyama Srî Lankayê derxistin holê. Gotin ew ê bikaribin wekî Srî Lankiyan PK’ê qetil bike û bigihîjin armanca xwe. Bûyera Farqînê kirin hincet. Tu aleqeya vê konseptê bi bûyera Farqînê re nîn e. gotin em ê PKK’ê teslîm bigirin, lê her kes dizane ku hukimetên beriya wê jî ev yek gelek ceriband lê bi ser neketin. Hin rtojnamegeran nivîsî PKK şaşiyan dike, serî li şîdetê dide û ew ê xwe bi xwe biqede. Ev ne rast in. Yên ku şîdetê dixwazin ne PKK ye. Û qedandina PKK’ê ya bi şîdetê jî ne mumkin e.

HESABÊ AKP’Ê

Hesdabê AKP’ê ev e: Serokatî wê bê mitkirin, dengê wî wê neçe civakê, rista wî ya rênîşandêriyê wê nîn be; rêveberî wê were çewisandin, ew ê li dij hewldanên sûîkastê pêk werin, bi vî awayî navenda rêvebirinê ew ê bê manewra were hiştin û werre tasfiyekirin. Ev şerekî psîkolojîk e. vê yekê jî di ser rojnameyên Fethulahiyan re ji raya giştî re dixwazin ragihînin.

Niha di Şexsê serokatiyê de li ser hemû gelê Kurd êrîşek heye. AKP’ê şîdet xistiye rojeva xwe. Lê ev ê tu caran encamekê neyne ji bo wan.

BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ PLANA ŞER

Banga meli vir ew e ji bo gelê Kurd: Belê, belkî dewlet li ser rêberê me tecrîdê pêk tîne, polîtîkayeke berfireh a tasfiyekirinê li dijî tevgera me dide destpêkirin. Ji ber vê yêkê jî divê ciwanên Kurd, Jin hemû girseyên gel li dijî faşîzma AKP’ê û bangewaziya şerê qirêj a AKP’ê di nava liv û tevgerê de be. Roj roja çalakiyê ye! Roj ne roja mitbûn û bêdengiyê ye. Divê hemû gelê me dengê xwe berz bike û li rêbertiyê xwedî derkeve. Em banga têkoşînê dikin ku li dijî şerxwaziya AKP’ê bi awayekî demokratîk û mirovahî têbikoşin dikin.

LOZANEKE DUYEM TÊ TERTÎBKIRIN

Biryar û polîtîkayeke heye ku AKP dixwaze Tevgera Azadîxwaz a Kurdan bêîrade bibe. Ev ne tenê biryara AKP’ê ye. Xuyaye ku ev biryara hêzên dagirker û kolonîst ên herêmê ye. Naxwazin Kurd wekî hêzekê di nûkirina Rojhilata Navîn de cî bigirin û bibin xwedî gotin. Dixwazin çavên Kuran bitirsînin û di ser Kurdan re peyamê bidin her kesî. Tevgera çewisandina Kurdan a beriya Lozaneke duyem li holê ye niha. Armanca wan ev e. rastiya AKP’ê jî ev e. Divê her kes vê yekê bibîne.

EM BI XWE BAWER IN ŞÎDETA AKP’Ê WÊ BÊENCAM BIMÎNE

Karayilan anî zimên ku AKP û dewlet û hêzên navneteweyî ji bo çewisandina Kurdan bi her awayei di nava hewldanan de ne. Me ev konsepta kolonîst û dagirkeran baş fêm kiriye.

Xuya ye ku AKP dixwaze şîdeta xwe heta Başûrê Kurdistanê bibe. Dikarin êrîş jî bikin. Lê aşkere ye ku ew ê tu tiştî bi dest nexin. Em bi xwe bawer in ku em ê hemû êrîşên wan bêencam bihêlin.

Xwestin bi Îranê tiştekî bidin kirin bi berxwedana PJAK’ê Îran sekinî û agirbest îlan kir.

Karayilan derbarê 11’ê Îlonê de ku8 salvegera serhildana Mele Mistefa Barzanî ye û her wisa salvegera êrîşa li dijî Navenda Bazirganiya cîhanê ya li DYA’bû jî axavt û bi giranî li ser girîngiya 11’ê Îlonê ya ji bo Kurdan jî rawesiya.

GIRÎNGIYÊ DIDIM GOTINÊN MESÛD BARZANÎ

Ez girîngiyê didim gotinên serokê Kurdistana Federe birêz Mesûd Barzanî ku gotibû, “Em ji bo ku ev kêşe bi aştiyane were çareserkirin amade ne ristê hildin. Û ji bo çareseriyê bangê li her du aliyan jî didin.” Ez jî beşdarî gotinên birêz Barzanî dibim. Lê belê rastiyek wisa jî heye kum eşer neda destpêkirin. Wekî ku em tenê têkoşîneke çekdarî didin bila neyê fêmkirin. PJAK’ê jixwe salek berê agirbest îlan kiribû Îranê êrîş kir. paşê Îranê behaneya sînoran derxist holê. Bi kurtasî divê ev rastî werin dîtin, bawer im wê demê pêvajo wê çêtir were fêmkirin.

HUKIMETÊ BIRAYA ŞER DAYE

Karayilan anî zimên ku hukimeta AKP’ê biryara şerr daye û teslîmiyetê didin ferzkiğrin. Karayilan got, “ Em ê teslîmî wan nebin. Heger em tiştên ku AKP dixwaze bikin ev yek zirara hemû Kurdan e. tu tiştek li ser hev namîne ji bo Kurdan. Ne statu ne kîmlik, hem li bakur hem jî li Başûr Kurd wê di bin tehdîteke xerabtir de bin. AKP vê yekê dixwaze. Dixwaze ku Kurd bê îrade bibin û çewisandina xwe li ser Kurdan tundtir bikin.

SİYASETA KURDAN BI EZMÛNEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ YE

Em neçar in ku xwe li hember êrîşên AKP’ê biparêzin. Heger em vê yekê nekin bi ya min mafên Kurdan di xteriyeke mezin de ne. Lewma jî em careke din bang li siyasetmedarên Kurdan dikin ku li hemberî siyaseta AKP’ê û konsepta giştî bi awayekî yekgirtî tevbigerin.

Bêguman Hukimeta Federe ya herêma Kurdistanê dikare di astên cuda de têkiliyên xwe bi cîranên xwe re deyne. Her wisa divê bi awayekî giştî Kurd polîtîkayeke xwe ya hevpar ku hemû destkeftî û mafên Kurdan biparêze jî hebe.

Helwesta gelê me yê başûr k udi demên dawîn de nîşan dide hêjayî pesindayînê ye.”

Her wisa Karayilan silav li sazî û dezgehên demokratîk ên Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî kolonîst û dagirkeran digel zirardîtinan jî serî netewandine kir. Bi vê re Karayilan destnîşan kir ku bi piştgiriya gelê Kurd gerîlayên wan ên azadiyê ew ê bikaribin her cure êrîşên li dijî wan têk bibin û ji bo azadiya geelê Kurd ew ê heta dawiyê têbikoşin.

Di taliya axavtina xwe de Karayilan anî zimên ku ew her dem ji bo çareseriyên aştiyane ku gelê Kurd nas dikin vekirî ne. Got, “di vê mijarê de rêbertiya me bang li serokwezîr Erdogan kiriye. Lê Erdogan bersiv nedaye vê banga rêbertiya wan.

Karayilan wekî gotinên dawîn anî zimên û ji gelê Kurd re destnîşan kir ku êrîş bi çi awayî û çi cureyî ji ku de were bila were ew li ser wê baweriYê ne ku xwedîhêz in ku wan êrîşan berteraf bikin.

ANF NEWS AGENCY