1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Lêpirsîn hat şermezarkirin
Lêpirsîn hat şermezarkirin,lêpirsîn,hat,şermezarkirin

Lêpirsîn hat şermezarkirin

Saziyên Ziman: Lêpirsînê rûyê AKP’ê baş daye nîşandan

A+ A-

Serokê Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî Hayrettîn Altun, lêpirsîna der barê Konferansa Zimanê Kurdî ya Neteweyî ya ji aliyê Dozgeriya Amedê ve hatiye vekirin şermezar kir wiha got: “Nêzîkahiya dewlet û hikûmeta AKP’ê ya li hember birayên kurd ku hêmana bingehîn a komarê ye, bi destpêkirina lêpirsînê ya ji bo konferansa ku di 2,3,4’ê adarê de pêk hat, bi awayekî zelal hat fêmkirin.”

Kurdî-Der, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî, Navenda Çandê ya Cegerxwîn û Navenda Çandê ya Dîcle Fıratê bi daxuyaniyek hevpar lêpirsîna der heqê Konferansa Zimanê Kurdî ya Neteweyî ku ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve hatiye destpêkirin şermezar kirın.

Serokê Akademiya Ziman a Ehmedê Xanî Hayrettîn Altun ku daxuyaniya li avahiya Navenda Kurdî-Der ê hat dayîn xwend nêzîkatiya dewlet û hikûmeta AKP’ê ya di vî warî de rexne kir û wiha domand: “Nêzîkahiya dewlet û hikûmeta AKP’ê ya li hember birayên kurd ku hêmana bingehîn a komarê ye, bi destpêkirina lêpirsînê ya ji bo konferansa ku di 2,3,4’ê adarê de pêk hat, bi awayekî zelal hat fêmkirin.”

ÇAPEMENÎ BEROVAJÎ DIKE

Altun, desnîşan kir ku konferansa hatiye lidarxistin ji aliyê çapemeniya tirk ve hatiye berovajîkirin û da zanîn ku ev nêzîkatiyên ku ol, civak û nişadên din tune dihesibîne derbeyên kurd li vîna bi hev re jiyanê ya gelan dixe.

BÊ TEHEMÛLÎ YE

Altun di berdewamê de anî ziman ku ji bo ku gel û neteweyên cuda bikaribin bi hev re bijîn, divê hebûna hev qebûl bikin û hevû din hembêz bikin. Altun, di dawiyê de bê lêpirsîna der barê konferansê de hatiye vekirin wekî bê tehemûliya li hemberî zimanê kurdî pênase kir û got; "Em jî wekî hevgirtiyên Kongreya Civaka Demokratîk û komeleyên ku li ser zimanê kurdî xebat dimeşînin, lêpirsîna di der heqê konferansa ziman a ku KCD’ê li dar xist, bi tundî şermezar dikin."

Hêjayê gotinê ye ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê duh, der barê Konferansa Zimanê Kurdî ya Neteweyî ya di 2-4'ê adarê de, li Navenda Çand û Hunerê ya Cigerxwîn a navçeya Kayapinara Amedê hate lidarxistin de vekolîn da destpêkirin. Hate zanîn ku di çarçoveya vekolînê de polîsan dîmen û axaftinên kesên ku beşdarî konferansê bûne ji Serdozgeriya Komarê re şandin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî