1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Lî Zagrosê dengbêjek
Lî Zagrosê dengbêjek,lî,zagrosê,dengbêjek

Lî Zagrosê dengbêjek

Çîroka dengbêj gerîla Rêzan Birîndar ji Serhedê dest pê dike û ber bi Zagrosê ve dirê dibe

A+ A-

DEMHAT TOLHÎLDAN BEHDÎNAN - Çîroka dengbêj gerîla Rêzan Birîndar ji Serhedê dest pê dike û ber bi Zagrosê ve dirê dibe, ligel şervantiyê, hewl dide li çiyayên Kurdistanê bi stranên xwe bibe dengê azadiyê. Bi qasî gerîlatiyê ji mûzîkê jî hez dike.

Çîroka gerîla Rêzan ji navçeya Çaldiran a Makoya Rojhilatê Kurdistanê dest pê dike. Rêzan dibêje “Çaldiranên Rojhilat-Bakûr hene” û diyar dike sînor Çaldiranê parçe kiriye û xelkê her du Çaldiranan xizmên he vin.

Piraniya xizmên wî li bajarên Serhatê belav bûne, heta hinek ji wana çûne Qezekîstanê jî. Navê eşîreta wan Delayî Mîlan e, lê belê weke eşîreta Celaliyan tê nasîn. Rêzan ji du xwîşk û 9 birayan birayê herî biçûk e. Rêzan beriya ku tevlî refên gerîlayan bibe karê ajokariyê dikir.

Dema gerîla diçin mala wan a li Serhatê PKK’ê nas dike. Di dema komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên tunekirina Kurdan û li hemberî zextên dewleta Îranê yên li ser Kurdan ew û du pismanên xwe tevlî refên gerîlayan bibe.

Dema pismanê wî Birîndar jiyana xwe ji dest dide, Rêzan paşnavê xwe dike birîndar.

Eleqederiya Rêzan a ji bo mûzîkê ji malbata wî tê. Kekê wî yê mezin dengbêj e. Ew û birayê xwe diçûn ser dawetan û stran digotin. Rêzan diyar dike ku ew ji kekê xwe pir bandor bûye û wiha dibêje; “Serhat yek ji wan cihan e ku gelek êşan bi Kurdan daye kişandin e. Dema dibêjin Serhat dengbêjî tê bîra mirov. Dengbêj weke arşîva êş, çîrok, dîrok û hêviyan e.”

Dema Rêzan nû tevil dibe bi dengê xwe yê xweş û zelal bala hevalên xwe dikişîne. Di sala 2001 de digirin dibistana çand û hunerê ya Şehîd Sefqan. Bi xêra vê yekê nota û estrumenan nas dike. Heta xwendin û nivîsandinê jî di vê dibistanê de fêr dibe. Piştî ligel Awazên Çiya dest bi xebatê dike. Di nava komê de bi dengbêjiya xwe derdikeve pêş û heta di sala 2008 di Awazên Çiya de dixebite.

Gerîla Rêzan diyar dike ku şert û mercên gerîlatiyê zor bin jî îlhamê didin wî. Rêzan diyar dike ku carna ew nikare bala xwe bide ser mûzîkê û dibêje “mînak dema em hevalek ê xwe winda dikin, ji in re pir giran tê û nikarim binivîsim. Lê piraniya caran dema ez aciz an jî keyfxweş bim bestetan dinivîsim.”

Rêzan diyar dike ku ligel gerîlatiyê tama mûzîkê pir xweştir dibe û dibêje “Carna robarek keyfxweş, carna jî çiyayên bi heybet, kulîlk, dar û her tişt îlhamê dide min. Aliyek ê gerîlatiyê jî huner e.”

Rêzan diyar dike ku wî gelek hevalên xwe yên hêja, di bahozan de, di çeperan de winda kiriye û dibêje ger roje firsend bibe ew ê ji bo her yek ji wana besteyek binivîsim. Rêzan wiha diaxive; “Ew bê hesap ketin ser rê. Her wiha divê em wana bikin nemir, ev jî peywira me ye.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî