Lîstika “Bênalî û Temîr” mêrxasî anî ziman
Lîstika bi navê “Bênalî û Temîr” a nîvîskar Murathan Mungan ku derhenêriya wê Bengî Amedî kiriye, cara yekem derket pêşberî temaşevanan
BÎLAL GULDEM Lîstika bi navê “Bênalî û Temîr” a nîvîskar Murathan Mungan ku derhenêriya wê Bengî Amedî kiriye, di bin banê Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê de cara ewil derket pêşberî temaşevanan û pêşanda yekem bi şanohêzan re hate kirin.
Lîstika bi navê “Bênalî û Temîr” a nîvîskar Murathan Mungan ku derhenêreriya wê Bengî Amedî kiriye, di bin banê Şanoya Bajêr a Şaredariya Êlihê de cara ewil derket pêşberî temaşevanan. Lîstik li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney hate pêşnadan. Di pêşandanê de Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, derhenerê şanoyê Bengî Amedî, xebatkarên Navenda Çanda Bihar, xebatkarên Şaredarî û sedan welatî amade bûn. Beriya lîstikê bi sedana welatî li ber salonê kom bûn û bi dema destpêkirina leyîstikê re hemû welatî ketin eywanê û cihê xwe girtin. Ji ber hatina zêde ya temaşevanan cih li eywanê nema û li gel welatiyên rûniştî, gelek kes jî li ser piyan li leyîstikê temaşe kirin. Şanohêzên Êlihî ji 7 saliyan heta 70 saliyan li hemberî hûnerhêziyê eleqedariya xwe dan nîşandan û dilgeşî û hezkirinek mezin kêliyên ji hev kelecantir û xweş derbas kirin. Leyîstika ku rastî eleqedariya temaşevanan hat, hîncaran temaşevan xwe li hemberî fîlm ne girtin û bi çepikan û kenê xwe hezkirinê dan nîşandan.
Şano li ser mêranî, mêrxasî, şervaniya kurdan û şivanên kurdan hatiye nivîsandin û ji “Çîrokên Cengê” yên nîvîskar Murathan Mungan sûd hatiye wergeritin. Ekîba şanoyê ji bilî derhener û kesên amadekar ji 4 lîstikvanan pêk dihat. Kesên leyîstikvan Bênalî û Tmeîr an jî Temo, dengbêjê şanoyê Dengbêj Mizaferê Celdekî ji Mala Dengbêjan a Şeredariya Êlihê û erbanevan bûn. Dekora cihê leyîstikê li gor çanda kurdan a berê hate çêkirin û dişibiya malê gire girên kurdan ên berê. Listika ku saetek berdewam kir di nav leyîstikê de peyamên şerên berê û mêrxasî û şivantiyê hatin dayîn. Di lîstikê de girêdan û livîsa kincên şivan, mêrxas û dengbêjan jî raxist ber çavan. Di lîstikê de ne heqî û heqîtî, zilmdarî, dexesî, evîn û şêwirandin jî ne hate ji bîrkirin.
Temaşekirina lîstikê nayê ziman ancax di dîmenan de mirova dikare rastiya şanoyê û peyamê ku hatin dayîn û balkêşiya leyîstikê bibîne.
‘Êlihê her ku diçe pêşketî dibe’
Piştî lîstikê hemû leyîstikvan derketin ser dikê û ji ber eleqedariya temaşevanan rêz dan nîşandan û welatiya slav kirin. Welatiyan jî bi deqîqeyan şano û leyîstikvanan slav kirin. Piştî slav dayînê Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel lîstikvan pîrozkir û gul dane wan û axaftinek kurt kir. Temel, diyar kir ku pêşandana lîstikê cara pêşî li Êlihê ji aliyê koma wan a şano yê ve hate pêşandan. Temel, anî ziman ku bajarê Êlihê ji aliyê leyîstik û hûnerê ve her ku diçe bajarekî pêşketî dibe û da zanîn ku çalekiyê bi vî rengî ji bo bajar wek pêvîdiyekî ye. Temel, destnîşan kir ku ev sê sale li Êlihê rojên şanoyê pêşandan dane û got wek ku tê xuyakirin êdî eywan têra temaşevanên wan nake. Temel, ji bo hemû temaşevenan spasiyê xwe anî ziman û keda hemû leyîstikvanan pîroz kir.
‘Lîstik li ser mêraniyê ye’
Derhenerê leyîstikê Bengî Amedî jî diyar kir ku lîstika wan li ser mêraniyê ye û got di leyîstikê de pêşî mêranî tê vekirin û paşê jî ka kî mêre an jî ne mêre. Amedî, da zanîn ku ne bi awayekî zayendî û feodaltî lê tê mêze kirin û got ku di hûndir lîstikê dirûstî û vîna mîrvan tê de çawa ye û tînin ser dike. Amedî, anî ziman ku eleqeya temaşevanan pir baş bûye û da xuya kirin ku dê leyîstik piştî Êlihê biçe meropolê Tirkiyê û Ewropayê jî.
(bg/mae)
