1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Lîstika Bûka Lekî eleqeyek mezin dît
Lîstika Bûka Lekî eleqeyek mezin dît,lîstika,bûka,lekî,eleqeyek,mezin,dît

Lîstika Bûka Lekî eleqeyek mezin dît

Li Êlihê Lîstika Bûka Lekî eleqeyek mezin dît

A+ A-

Li Salona Sînemaya Yilmaz Guney a Êlihê listîka kurdî Bûka Lekî eleqeyek mezin dît.

Lîstika kurdî Bûka Lekî ku ji hêla Koma Destar Teatra ve hatiye amadekirin li Salona Sînemaya Yilmaz Guney derket pêşberî heskiriyên şanoyê. Di nava wan de Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes beşdar bûn. Lîstika ku xwerû bi kurdî bû Mîrza Metîn hem nivisand û hem jî derhênerî kir. Lîstikvanan Berfîn Zerdelîoglu, Alan Ciwan û Sevgî Turan bi perfomansa listîka xwe temaşavanan demên xweş derbas kirin. Naveroka listîkê her kes û her tişt neguherandin û eynî tişt, mirovên di nava cîhana ku her çiqas diçe dibin makîne de dijîn, hesaba navxwe de di nava honandina bûyerên trajî-komîk de radixin berçavan. Lîstik mêrekê ji ber encama travmayeke derbaskirî de adapteyê jiyanê nabe. Jineke her tim kesên li derdorê xwe taqlîd dike, ji jiyanê veqetiyaye û jineke hevala wê jî ku her tim bi çavên şaşmayî li dora xwe temaşe dike. Lîstika li ser her sê qeraktêran hatiye sazkirin, li dora fîgura mankeneke nezindî digihijin hev têkiliyên sanal a mirov ketine navê û bê diyalogî, bi temayek plastîk de hatiye vegotin.

Lîstika ku bi kêfxweşiyek mezin hate temaşekirin, temaşevanan listîkê li ser piyan çepikan dan. Cigirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, qeranfîlan da lîstikvan û nivîskar, derhênerê listîkê Mîrza Metîn. Temel, diyar kir ku encax bi van listîkên bi qalîte zimanê kurdî û huner pêş bikeve û ji ekîba Teatra Destar re spas kir.

(ea/mae)