1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Lîstika 'Em, hûn, ew' hate pêşandan
Lîstika 'Em, hûn, ew' hate pêşandan,lîstika,em,hûn,ew,hate,pêşandan

Lîstika 'Em, hûn, ew' hate pêşandan

Lîstika bi navê 'Em, hûn, ew' a ku ji aliyê mamosteyên girêdayî Şaxa Egîtîm Sen a Wanê ve hate amadekirin cara ewil hate pêşandan

A+ A-

Lîstika bi navê 'Em, hûn, ew' a ku ji aliyê mamosteyên girêdayî Şaxa Egîtîm Sen a Wanê ve hate amadekirin cara ewil hate pêşandan. Derhêner Mesût Halîtoglû da zanîn ku heke lîstik were ecibandin dikarin li Colemêrg, Gever û Bedlîsê jî pêşkêşî bikin. Halîtoglu, da zanîn ku di lîstikê de bal dikişînin ser pirsgirêkên kurd, ermenî û romanên li Tirkiyeyê dijîn.

Mamosteyên girêdayî Şaxa Egîtîm Sen a Wanê lîstika mehek berê amade kiribûn a bi navê 'Em, hûn, ew' li Dika Şanoya Dewletê ya Wanê pêşkêş kirin. Di lîstikê de bal tê kişandin ser mijara pişaftinê ya li ser gelên kurd, ermenî û romanan. Lîstika ku cara ewil e tê pêşkêşkirin ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyek mezin hat. Di lîstikê de pirsgirêka bikaranîna zimanê zikmakî ya kurdan, pirsgirêka qedexekirina ola ermeniyan bi zimanekî hunerî hate nîşandin. Mirov dikare lîstika mamoste û xwendekarên dildar tê de dilîzin, di rojên şemî û yekşemê temaşe bike.

'Me pirsgirêkên civakî anî zaman'

Derhêner Mesût Halîtoglu diyar kir ku piştî erdhêja Wanê xwestine çalakiyek cûda pêşkêşî gelê Wanê bikin û ev lîstik derketiye holê. Halîtoglu destnîşan kir ku di listîkê de pirsgirêkên civakî anîne ziman û wiha got: " Me xwest pirsgirêkên ku niha û berê dihatin jiyandin û ji aliyekî hemû kesan dihat zanîn bi aweyekî bi zimanekî din nîşanî wan bidin. Di roja ewil de bi sedan kes me temaşe kir. Heke lîstik were ecibandin em dikarin li Colemêrg, Gever û Bêdlîsê jî pêşkêşî bikin."

(ab/mae)