1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Lîstika ku li Kobanê nelîstin dê li Cizîrê bilîzin
Lîstika ku li Kobanê nelîstin dê li Cizîrê bilîzin,lîstika,ku,li,kobanê,nelîstin,dê,li,cizîrê,bilîzin

Lîstika ku li Kobanê nelîstin dê li Cizîrê bilîzin

A+ A-

STENBOL (DÎHA)-Lîstika şano ya bi navê "Rêya ji Gezî diçe Rojava" ku serkeftina berxwedana Gezî û Kobanê digire dest, ji ber komkujiya li Pirsûsê li Kobanê nehat lîstin. Şanoger Murat Akdag, diyar kir ku lîstika wan li Kobanê neda pêşandan dê li Cizîrê bidin pêşandan.

Lîstikvanê Şano Murat Akdag ku heta niha gelek lîstik amade kirin û derket ser dike, di sala 2012'an de koma şano ava kir. Koma şano serkeftin û berxwedana Gezî û Kobanê kir mijara şano lîstika bi navê Rêya ji Gezî diçe Rojava" amade kir. Lîstikvanê şanoyê Akdag, diyar kir ku wan serkeftinên Gezî û Kobanê kir yek û xwestin vê lîstikê li Kobanê bilîzin. Akdag, anî ziman ku ji ber sala par li Pirsûkê komkujî pêk hat û 33 ciwan hatin kuştin, wan ev lîstik betal kir. Akdag, da zanîn ku niha hemû Kurdistan bûye Kobanê lîstika ku wan li Kobanê nelîst dê li Cizîrê bilîzin.

Akdag, anî ziman ku wan xwest ji bo avakirina Kobanê biçin Kobanê, lê nekarîbûn biçin wiha got: "Êdî hemû Kurdistan bûye wekî Kobanê. Êdî pêdiviya hemû Kurdistanê ji avakirinê heye. Lîstik ewil 10 deqîqe bû. Min lîstika ewil "li Kampa Ewil Armenê lîst. Ji Gezî derbasî Kamp Armenê bûm. Piştre min mijarên Soma, Tahir Elçî, Ozgecan Arslan, Ciziîr lê zêde kir û wextê lîstikê dirêj bû.

Akdag, anî ziman ku di sala 2013'an de çû Bajarê Kurdan û kurd nas kirin û wiha got: "Min gelek tişt li Kurdistanê fêr kir. Ez fêr bûm ku em tenê bi gotina "Em bira ne" nabin bira. Divê gelek tiştên din bên kirin. Ciwanên HDP'ê dê di 10'ê Hezîranê de biçin Cizîrê. Ez jî dê li gel wan biçim Cizîrê û lîstika xwe bidin pêşandan. Divê hunermend hemû rîstan bide ber çavên xwe û ji bo aştiyê hunerê pêş bixe."

(mae)