1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Lîsê Tevna Holejînê ya Mahsûm Nisêbînî weşand!
Lîsê Tevna Holejînê ya Mahsûm Nisêbînî weşand!,lîsê,tevna,holejînê,ya,mahsûm,nisêbînî,weşand

Lîsê Tevna Holejînê ya Mahsûm Nisêbînî weşand!

Weşanxaneya Lîsê pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbînî, Tevna Holejînê weşand

A+ A-

Weşanxaneya Lîsê ya ku bi xebatên xwe yên van salên dawî yên di warê wêjeya Kurdî de ziman û wêjeya Kurdî geş dike, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2012’an de, pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbînî, Tevna Holejînê weşand. Tevna Holejînê, duyem pirtûka helbestan a Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê pirtûka helbestan a bi navê Jan Jariya Jînê (Swêd, 2006), 36 helbestan bi xwe digire, yên ku ji Wargeha Maxmûrê ya li Başûrê Kurdistanê bigirin heta bi Ewrûpayê, li gelek deverên ciyawaz hatine nivîsandin û her yek jê li ber dergehê helbestê kêliyeke ji wan kêliyên hewşa warê azadiyê ya Kurdbûnê û mirovahiyê vedibêje. Mahsûm Nisêbîniyê nivîskarê Tevna Holejînê, di sala 1964’an de li gundê Çalê yê bi ser Nisêbînê ve ji dayîk bûye û bi xwe di 1978’an de beşdarî nava refên şoreşa li Kurdistanê bûye, di vê riyê de bo demekê li Tirkiyeyê di bendîxaneyan de maye, paşê çawa ku hatiye berdan, dîsa tevî nava refên şervanan bûye, paşê jî di sala 2004’an de derbasî Ewrûpayê bûye, ji wê hingê ve ye jî li Swîsreyê dijî. Ew bi xwe hê jî bi têkoşana xwe ya polîtîk berdewam e, ku hemû qonaxên vê têkoşana xwe heta niha kiriye mijarên deqên xwe yên poetîk û vê yeka xwe hê jî didomîne û li ser vê yekê jî, bi Kurdiya xweserî xwe, ku şayîşa berfirehkirina derbirrana bi Kurdî pê re heye, helbesteke xwedî zimanekî resen ava dike. Helbest û helbestnivîsîn girîng e. Lê her wiha girîng e ku ji nava refên şoreşa Kurdistanê de dengên mîna Mahir Bagok û Mahsûm Nisêbînî, çi helbest, çi kurteçîrok, çi roman, çi lêkolîn, çi jî rexne, bi afirandina wêjeyî rabin û bibêjin:

Zindîgor

xweşiya zor tengav li dan û standinan difûre û spîkevok mêvandarî malan dibin ji guliyên hezkirinê pelên hişk diwerin hiş di asoyên lef û dewran de birr bûye û deriyê guhan ji ser zîlana zanistiyê ketiye werin li neçariyê bibin siwal wê keserên kelecanî werin bihîstin windabûn zindîgoran dikole jixwehezkirin xapegêr bûye û bêhna jiyanê di liva genî de diçike

Tevna Holejînê ya Mahsûm Nisêbînî tevna ked, kêferat, hezkirin, şoreş û têkoşanê li dar dixe û li kelepora helbesta Kurdî ya xurt zêde dibe!

Tevna Holejînê Mahsûm Nisêbînî Helbest, 80 rûpel Adar 2012 Weşanxaneya Lîs, Amed