1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Ma hûn tenê kurdên AKP'î dixwazin?"
"Ma hûn tenê kurdên AKP'î dixwazin?",ma,hûn,tenê,kurdên,akp,î,dixwazin

"Ma hûn tenê kurdên AKP'î dixwazin?"

A+ A-

Rojnameger Hasan Cemal, binçavkirina Endama Meclîsa BDP'ê Prof. Dr. Buşra Ersanli ku ji doza "KCK"'ê hate binçavkirin rexne kir û ev pirs pirsîn. "Ma hûn tenê dixwazin kurdên AKP'î bimînin? An jî hûn dixwatin hemû kurdên ku ne AKP'i de derkevin çiyê? Gelo kemîna salên 1990'an bi rengekî din derdikeve pêşberî me?"

Di çarçoveya operasyona KCK'ê ya dawî de Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Mustafa Avci Nivîskar Ragip Zarakolu Endama Meclîsa BDP'ê Prof. Dr. Buşra Ersanli hatin binçavkirin. Piştî vê bûyerê Rojnameger Hasan Cemal bertek nîşanî binçavkirinê da. Cemal, di qunciknivîsa xwe ya rojnameya Mîlîteyê de anî ziman û wiha got: "Ez Prof. Dr. Buşra Ersanli ji helwesta wê ya li hemberî darbeya 12 'ê Adarê ya demoratîk nas dikim. Piştî min bihîst ku Ersanli ji doza KCK'ê hate binçavkirin 3 pirs hatin hişê min. Pirsên 'Ma hûn tenê dixwazin kurdên AKP'î bimînin? An jî hûn dixwatin hemû kurdên ku ne AKP'i de derkevin çiyê? Gelo kemîna salên 1990'an bi rengekî derdikeve pêşberî me?"

Cemal, anî ziman ku ew operasyonên di çarçoveya KCK'ê te pêk tê ji sala 2009'an heta niha dipirse û ev operasyon pirsgirêk kurd dixetimîne. Cemal, da zanîn ku ger dixwazin PKK ji çiyê dakeve û siyasetê bike wê demê divê rêya siyaseta demokratik vekin û dest ji van girtinan berdin û wiha berdewam kir: "Ger ku siyasetê dixwazin wê demê divê hûn dest kesên li bajaran nedin. Lê dijberî vê yekê tê kirin û rêya siyasetê teng dibe. Rêya azadiyê tê xetimandin."

Cemal, anî ziman ku bi operasyona KCK'ê şerê sar tê meşandin û ev yek rêya çareseriyê dixetimîne.m

Cemal, xwest Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan cesareta ku bi Qandîl û Îmraliyê re rûnê nîşan bide û agirbesta dualî pêş bixe. DÎHA (mae)