1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Maddeyên plastîk çavkaniyên xweza û enerjiyê diçikînin
Maddeyên plastîk çavkaniyên xweza û enerjiyê diçikînin,maddeyên,plastîk,çavkaniyên,xweza,û,enerjiyê,diçikînin

Maddeyên plastîk çavkaniyên xweza û enerjiyê diçikînin

A+ A-

LONDON 27.06.2014 07:20:01 Germahiya global û kêmbûna çavkaniyên enerjiyê, çend ji mijarên ku herî zêde li gelemperiya cîhanê rê li ber fikar û gumanan vedikin e. Lê belê ji ber bikaranîna bêhiş û zêde, her sal bi sed mîlyaran kîs, şûşe û gelek maddeyên ji plastîk li xwezayê tên belavkirin.

Maddeyên plastîk ên bi nezanî tên avêtin, hem hawirdorê gemarî dikin hem jî rê li ber tinebûna bi sed hezaran heywanên deryayê vedikin. Ji sedî 8'ê petrola cîhanê bi tenê ji bo çêkirina berhemên plastîk tê bikaranîn.

Li gorî daneyên malpera bi navê Planetescope, li gelemperiya cîhanê ji ber kirîn û bazara li firoşgehên mezin-biçûk, nêzî 500 mîlyar kîsikên plastîk dikevin bazarê. Li gelek welatên rojavayî beşeke girîng a van kîsikan bi rêbaza vegera li xwezayê, ji nû ve tên qezençkirin, lê li welatên bi pêş dikeve, rewş berevajî vê ye.

Li gorî agahiyên malperê ku dispêre lêkolîna komeleya bi navê 'Reuse it' a Îngilîz, li gelemperiya cîhanê di saniyeyekê de nêzî 16 hezar kîsikên plastîk tên belavkirin. Dema hilberîna van kîsikên plastîk bi tenê 1 saniye ye, lê dema destguherîna navbera firoşgeh û mirovên diçin bazarê de bi tenê 20 deqe ye. Lê belê helîna van kîsikan di nava xwezayê de 400 sal e. Hin ji wan bi qasî 1000 salî jî di nava xwezayê de nahelin.

Li gorî daneyên saziya bi navê Conso Globe jî, tevahiya hilberîna platîkên li cîhanê 260 mîlyon ton e. Ji sedî 8 ê petrola cîhanê di hilberîna maddeyên plastîk de tê bikaranîn.