1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Malbata 3 jinên siyasetmedar: Ew bi şev û roj bigel re bûn
Malbata 3 jinên siyasetmedar: Ew bi şev û roj bigel re bûn,malbata,3,jinên,siyasetmedar,ew,bi,şev,û,roj,bigel,re,bûn

Malbata 3 jinên siyasetmedar: Ew bi şev û roj bigel re bûn

3 jinên siyasetmedar ên kurd Fatma Uyar, Pakîze Nayir û Sêvê Demîr di 4'ê çileya 2016'an de hatin qetilkirin

A+ A-

ŞIRNEX - Di ser 3 jinên siyasetmedar ên kurd Fatma Uyar, Pakîze Nayir û Sêvê Demîr ên di 4'ê Çileya 2016'an de hatin qetilkirin re salek derbas bû. heval û malbatên 3 jinên kurd ew bibîr anîn û diyar kirin ku ew bi şev û roj di nava gelê xwe de bûn û ew vîna gel bûn. Dayika Pakîze Nayirê Behiyeye Nayir diyar kir ku keça wê digot "Mirin be jî serkeftin be jî bila bi hevre be."

Di qedexeya derketina derve ya 14'ê kanûna 2015'an a li navçeya Silopiyaya Şirnexê hat îlan kirin de leşker û polîsan bi dijwarî êrîşê gelê navçeyê kir. Li gel hemû êrîşên dijwar jî gelê navçeyê taxên xwe bernedan û heya dawiyê li ber xwe dan. Her 3 jinên siyasetmedar Fatma Uyar, Pakîze Nayir û Sêvê Demîr jî terka gelê xwe nekir û bi gel re xebatên siyasî meşandin. Di salvegera her 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şoylemez û Fîdan Dogan ên ku li Parîsê bi komployekê hatî qetilkirin de her 3 jinên pêşengên gelê Botanê Uyar, Nayir û Demîr jî ji aliyê hêzên deweletê ve hatin qetilkirin.

23 ROJAN LI BER XWE DAN

Hevserok Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir bi temenê xwe yê ciwan lenhengiya rêveberiya xweser dikir û di nava gel de xebat meşandin. Nayir dema hêzên dewletê bi dijwarî êrîşê wan û gelê Silopiyan dikir jî li gel hevalên xwe Sêvê û Fatmayê tevdigeriya. Nayirê berxwedan û tekoşîna gelê navçeyê jî bi rêya telefonê li hemû cihanê belav dikir. Nayirê ji bo ku gelê navçeyê morel û motîve bin jî her tim gotinên "Em ê bi serkevin û em ê di kolanên bajêr de govendê bigirin" dikir. Nayir beriya ku bê qetilkirin ji bo ku berxwedana gelê navçeyê ragehine tevlî televîzyonê bû got: "Ger Botan qezenc bike dê hemû mirovahî qezenc bike." Ew jî bûn gotinên Nayirê yên dawî. Piştî berxwedana 23 rojan ya her 3 jinên siyasetmedar tîmên taybet 4'ê çileya 2016'an êrîşên xwe dijwar kir û Uyar, Nayir û Demîr qetilkirin.

GER MIRIN BE BILA BI HEVRA BE HEGER SERKEFTIN BE JÎ BILA BI HEVRA BE

Dayîka Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyan Pakîze Nayirê Behiyeye Nayir qala keça xwe kir û diyar kir ku keça wê ji bo mafê xwe yê siyasi bi dest bixwe ji bo gelê navçeyê di xebitî û hevserokatiya gelê xwe dikir û wiha axivî: "Keça min li gel hemû şert û mercên zehmet jî ligel gelê xwe bû. Pakîzê her tim di got çibe bila bibe ez dest ji heval û gelê navçeyê bernadim û biçin heger mirin be bila bi hevra be ger serkeftin be jî bila bi hevrabe. Ji ber ku hêzek cûda bi keça min re bû. Ciwan bû lê barê herî zehmet dida ser milên xwe. Şev û roj ji bo jiyanek hevpar di nav gel de dixebitî. Li ser kuştina Pakîzê û hevalê wê ve salek derbas bû lê hêj jî derheqê kuştiana wan de tu lêpirsîn ne hatine kirin. Faîlên her 3 jinan diyarin û her roj di wan kolanan de li ber çavên her kesî tên diçin. Her tim em ê hesab ji kujerên 3 jianan bi xwazin."

MIRINÊ FATMA JI WAN DUR NEXIST

Hevala her 3 jinên ku hatî qetilkirin û di heman demê de aktivîsta Tevgera Jinên Azad ya herêma Botanê Harîka Peker qala hevalê xwe kir û nêzîkatiya xwe ya bi Fatma û Sêvê re bi gotinên keyîf xweş anîn ziman. Peker dema behsa bîranînên hevalên xwe kir hêsir çavên ketin çavên wê. Hevaltiya Peker û Fatmayê li girtîgehê dest pêdike. Dema her du heval di girtîgehê de her tim xeyalên dema ji girtîgehê derbikevin ew ê çawa xebatan bi meşînin dikirin. Di girtîgehê de jî Fatmayê ji bo ku morel bide havalên xwe her tim stran digotin û keyîfxweşiya xwe bi hevalên xwe re parvedikir. Fatama û Sêvê bi rêxistin buyina xwe di hatin naskirin. Sekna her du jinan di nav gel de û di nav hevalên girtîgehê de jî pir cûda bû ji aliyê her kesî dihatin heskirin. Piştî ku 3.5 ew bi hevre girtîgehê man dema derketin jî bi hevre tevlî xebatên gelê kurd bûn. Mirinê Fatma ji wan dur nexistinye û ew her tim bi hevaltiya wê tevdigerin.

KOMPLOYA LI PARÎSÊ PÊK HATÎ LI BOTANÊ JÎ PÊK HAT

Sêvê Demîr jî bi salan fedakariya gelê xwe kir û li her qadê de xebat di meşandin. Ew bi hêza xwe ya berxwederî di hat naskirin. Jinek di karê xwe de jî serkeftî bû. Kesên ku hevaltiya Sêvê dikir bi şans bû. Salek li ser kuştina 3 jinan ve derbas bû lê hêj rayedarên dewletê di derheqê kuştina her 3 siyasetmedaran de tu gotin ne goti ne. Koploya her 3 jinên Parîsê hatî kirin her 3 jinên Botanê jî hat kirin. koployê 3 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şoylemez û Fîdan Dogan li Parîsê qetilkirin û heya niha kuşerên van darizandin ne.