1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Malbatên Cizîrî: Em ê heya dawî şopdarê doza zarokên xwe bin
Malbatên Cizîrî: Em ê heya dawî şopdarê doza zarokên xwe bin,malbatên,cizîrî,em,ê,heya,dawî,şopdarê,doza,zarokên,xwe,bin

Malbatên Cizîrî: Em ê heya dawî şopdarê doza zarokên xwe bin

Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatine şewitandin bertek nîşanî biryara Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dan

A+ A-

ŞIRNEX - Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatine şewitandin bertek nîşanî biryara Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ya, "Kuştina wan li gor hiqûqê ye" dan û gotin ew ê heya dawiyê şopdarê doza zarokên xwe bin.

Malbatên Mûharrem Erbek, Yasemîn Çikmaz û Ramazan Birîman yên ku li navçeya Cizîr a Şirnexê dema birîndaran xwe di jêrzemînê de parastin û li benda ambûlansê bûn hatin şewitandin bertek nîşanî biryara Serdozgeriya Cizîrê ya, "Kuştina wan li gor hiqûqê ye" û ji ber vê yekê hewceyî venêrînê tuneye dan.

Dayîka Yasemîn Çikmak (17) Esmer Çikmak got ku heya roja 24'emîn a qedexeyê ew li mala xwe bûne û wiha axivî: "Piştî ku roja 24'emîn a qedexeyê êrîş giran bûn em ji taxa Cûdî derbasî aliyê Rêya Nisêbînê yê din bûn. Piştî vê careke em çûn me ji xwe re beteniye anîn. Ji bilî vê me tiştek din ji xwe re nebiribû. Keça min xwest biçe ji bo xwe hin cil û bergan bîne. Lê careke din nekarî were vî aliyê rê. 4'ê sibatê dema bodrûm dane ber topan ez wê demê pê hesiyam ku keça min birîndar bûye."

POLÎSAN NEHIŞT EZ BIÇIM KEÇA XWE YA BIRÎNDAR BÎNIM

Dayîka Esmer da zanîn ku dema keça wê birîndar bûye wan agahî daye ambûlansê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Wê demê keça min a din li polîsan û ambûlansê geriya. Ji me re digotin, 'em anons dikin lê dernakevin' Ew kesên ku birîndar wê çawa derkevin û werin ba ambûlansê. Min got destûrê bidin min ez ê herim keça xwe li pişta xwe bikim lê destûr nedan min.

Çikmak her tişta ku hatiye jiyan weke senaryoyekê bi lêv kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca wan ew bû ku me hemûyan bikujin. Hemû sivîl bûn û ew kuştin. Dema kaxiza ji me re hatiye dibêje li ser keça te keça giran heye. Keça min xwendekar bû û sivîl bû, çawa dikare wê çekê hilgire."

DEWLETÊ BI KUŞTINA VAN KESAN ÇI BI DEST XIST

Çikmak bang li kesên ku ev biryare dane kir ku destê xwe danin ser wijdana xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Kuştina ev qas zarokan a bi vî awayî tiştek wijdanî ye? Em naxwazin tu kes were kuştin û li hember banga me ya biratiyê ew her dem dijminî nêzî me dibin. Dewletê bi kuştina ev qas mirov çi bidest xist? Heya ku tenê yek kurd li ser rûyê erdê hebe ev têkoşîn wê berdewam bike û em ê li hember vê biryarê têkoşîna xwe bidin."

ÊN KU EV BIRYAR DANE EW BI XWE TERORÎST IN

Dayîka Mûharrem Erbek, Ayşe Erbek jî got ku yên ku ev biryar dane ew bi xwe terorîst in û wiha axivî: "Ev biryar û kuştina bi vî awayî ne hiqûqî ye. Yên ku ev biryar dane ew bi xwe terorîst in. Dema ez çûm cenazeyê kurê xwe bînim polîs li ber min sekinîn. Min soz da ku ez rondikan nebarînim. Cezaneyê kurê min xistibûn torbeyekê de. Em ê li hember vê biryarê îtîraz bikin û heya dawiyê şopdarê vê dozê bin."