1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Malbatên PKK'iyan AA şermezar kirin
Malbatên PKK'iyan AA şermezar kirin,malbatên,pkk,iyan,aa,şermezar,kirin

Malbatên PKK'iyan AA şermezar kirin

A+ A-

Malbatên endamên PKK'ê li dijî nûçeyên Ajansa Anadoluyê (AA) yên wekî "PKK'ê 3 xwîşk û birayên di şerê navxweyî de înfaz kirin" weşandin nerazîbûn nîşan dan. Malbatên Suleymanoglu û Akyol ên ji bo zarokên xwe yên di salên 1990'an de di pêvajoya şerê dijwar de jiyana xwe ji dest dan konê sersaxiyê vekirin diyar kirin ku ev nûçe bi awayekî zanebûn ji aliyê navenda şer a taybet ve tên serwîskirin.

Piştî navên endamên PKK'ê yên di salên 1990'an de jiyana xwe ji dest dan aşkera bûn medyaya tirk dest bi hewildanan kir. Çapemeniya tirk bi îfade û kesên xeyalî yên îtîrafkar endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane wekî ji aliyê rêxistinê ve hatine înfazkirin nîşan da. Malbatan bertekên tunda nîşanî nûçeyên AA'yê bi çavkaniyên MÎT û çavkaniyên polîsan serwîs kirin da.

'Îtîrafkar dixwazin bûyerê beravajî bikin'

Bavê Ozan Akyol ê di sala 2006'an de di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû Mehmet Emîn Akyol, bertekekî tunda nîşanî nûçeyan da û wiha got: "Ez dizanim ku çavkaniya vê nûçeyê çi ye. Dema ku em çûn cenaze bigirin kesekî li dozgeriya Navçeya Dara Henê pewyirdar, digot 'Ev yek şer û pevçûnekî navxweyî ye.' Lê min guhê xwe neda wî kesî. Ev nûce bi zanebûn û mexsed in. Ev derewên ji bo ku vê têkoşînê têk bîbin û keda hatî dayîn vala derxînin e. Dema ku gor hate vekirin û ji bo testa DNA'yê perçe girtin ew kes hate cem dozger jê re got 'Em wêneyên hestiyan bikşînin' Lê dozgeriyê jê re got 'Ma ez sadîst im' û ew qewirand. Ji xwe heke wê demê wêneyên hestiyan hatiba kişandin min ê teqez êrîş kiriba." Akyol, anî ziman ku ew nûçe ji aliyê dewletê ve bi aramca provokasyonekê pêk bînin hatiye weşandin û wiha axivî: "Ev nûçe teqez direw in. Bi hezaran malbatên wekî min li benda hestiyên zarokên xwe yên di gorên tomerî de derdikevin in. Gorên tomerî yên îro derdikevin holê û hestiyên ji wan goran derdikevin holê wekî zîleyekê li rûyê dewletê dikevin. Ji bo wehşet û qirêjiya xwe veşêrin nûçeyên wisa derdixin. Bi vê yekê dixwazin rojevê tevlîhev bikin. Kesên wê rojê bêdeng mabûn îro rabûne ser piyan . Ji ber vê yekê dewlet êrîşan dike û tiştên beravajî dibêje. Lê her kes dizane ku ev yek çawa û bi çi şiklî pêk hatin e."

'Ev nûçeyên derew û qirêj nû nîn in'

Birayê Mehmet, Saniye û Ulvî Suleymanoglu, Salman Suleymanoglu jî li dijî nûçeyan nerazîbûn nîşan da û ev yek şermezar kir. Suleymanoglu, diyar kir ku gelê kurd ji bo azadî û nasnameya xwe têkoşînê dide û wiha got: "Dewlet hestiyên zarokên me nîşanî me nade. Vê dewletê em anîn astekî wisa êdî em ji bo hestiyên zarokên xwe keyfxweş dibin. Çapemeniya tirk hewil dide ku ciwanên ji bo têkoşîna gelê kurd jiyana xwe ji dest dan reş bike. Armaca wan nûçeyan provokasyon e. Em van nêzîkayên qirêj şermezar dikin. Ji xwe bi salan e çapemeniya tirk xizmeta şerê qirêj dike. Em dizanin ku ew mirov çawa hatin şehîdkirin û çawa bi komî hatin veşartin. Em dizanin çawa di bîrên asîtan de hatin windakirin û bi destê cerdevan û hîzbullahê hatin qetilkirin. Ev nûçe j xizmetî kê dike em baş dizanin. Ev nûçeyên derdikevin ji aliyê hikûmeta AKP'ê û daîreya taybet ve tên serwîskirin."

DÎHA (ft/sa)