1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Maliki Tirkiyeyê hişyar kir
Maliki Tirkiyeyê hişyar kir,maliki,tirkiyeyê,hişyar,kir

Maliki Tirkiyeyê hişyar kir

A+ A-

Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî, hişyarî da Tirkiyeyê û diyar kir ku xwe têkelê karê navxweyî yê Iraqê neke. Malikî der barê Tariq Haşimî de jî da diyarkirin ku ew ê belgeyên nû biweşînin.

Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî ji televîzyona El-Hurra re axivî û diyar kir ku ew ê îtîrafên nû yên der barê bûyerên “terorê” ku Tariq Haşimî beşdar bûne de biweşînin.

Malikî diyar kir ku heta niha wana ji Herêma Kurdistanê daxwaza radestkirina Haşimî û 14 pasevanên wî kiriye, lê heta niha tu bersiveke erênî nedane.

Malikî destnîşan kir ku meseleya Tariq Haşimî bi temamî hiqûqî ye, lê belê el Iraqiye vê yekê dike meseleyeke siyasî.

HIŞYARIYEK BALKÊŞ

Malikî diyar kir ku ew ê îtîrafên nû yên pasevanên Tariq Haşimî yên der barê wî de biweşînin û bi awayeke nepenî Tirkiyeyê hişyar kir. Ji ber ku bersuc dabû diyarkirin ku Tariq Haşimî ji sala 2009 ve gef li malbata wî dixwe û peywirên metirsîdar bi wî didin kirin. Her wiha, bersuc da diyarkirin ku wî şandine Tirkiyeyê û 25 rojan li wir perwerdehiya leşkerî dîtiye.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî