1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Malîkî dixwaze çi bike?
Malîkî dixwaze çi bike?,malîkî,dixwaze,çi,bike

Malîkî dixwaze çi bike?

A+ A-

Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî îro bi mebesta civîna encûmena wezîran li dar bixe bi 20 wezîran hate bajarê Kerkûkê. Di demekî ku qrîza di navbera Herêma Federal a Kurdistan û hikûmeta Nûrî Malîkî kûrtir dibe de hatina Malîkî ji bo Kerkûkê wekî peyamek girîng tê nirxandin.

Piştî civîna li Hewlêrê pêk hat ku Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesût Barzanî, Serokê lîsteya Sadir Mukteda El-Sadir û Serokê lîsteya El- Iraqiye Eyad Elawî jî beşder bibû, nameyek ji Malîkî hatibû şandin. Di encama civînê de, peymana Hewlêr ku beriya hikûmeta Malîkî hatibû pejirandin û hikûmet li gorî vî peymanî hatibû damezrandin, carekî din ji bo pirsgirêkên tên jiyandin wekî çareserî hate nîşandan û hatibû xwestin ku Malîkî heta 18 Gulanê bersiv bide.

Di demek wiha de Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî îro bi mebesta civîna encûmena wezîran li dar bixe bi 20 wezîran hate bajarê Kerkûkê. Di demek qrîza di navbera Herêma Federal a Kurdistan û hikûmeta Nûrî Malîkî kûrtir dibe de hatina Malîkî ji bo Kerkûkê wekî peyamek girîng hate nirxandin. Tê gotin ku serdana Malîkî qrîza heyî dê kûrtir bike. Berî niha hikûmeta navendî ji Herêma Kurdistan xwestibû ku hêzên peşmergeyan ji Kerkûk û deverên kurd lê ne, bikişîn. Hate zanîn ku tedbîrên ewlehiyê yên berfireh li Kerkûkê hatiye girtin û helîkopterên leşkeri li ser Kerkûkê difirin.

(ak/ab)


Bêjeyên Miftehî