1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Mamografî çiqas bi fêde ye?
Mamografî çiqas bi fêde ye?,mamografî,çiqas,bi,fêde,ye

Mamografî çiqas bi fêde ye?

A+ A-

BERLİN 21.07.2014 07:13:19 Li Elmanyayê her sal bi mîlyonan jin bi rêk û pêk fîlmên pêsîrê ya ku tîrêjên X tê bikaranîn (mamografî) bû mijara nîqaşê. Mamografiya ku heta niha ji dud jinan yekê eleqe nîşan daye, der barê rîsk û fêdeyên wê de agahdariyeke rast û têr nayê kirin.

Meclisa Federal a Almanyayê di sala 2002’an de bi biryara ku girt re ji bo hemû jinên temenê wan di navbera 50 û 69’an di guherî de mafê rontgena pêsîrê dabû naskirin. Di çarçoveya vê proeya ku navê Screening-Programm hat naskirinde her sal 2,7 mîlyon jinî ji vê fêde girt û gelek jin jî pêwistî bi kişandina mamografî nabîne. Sîgorteyên tenduristiyê ji bo mamografiyan salane 220 mîlyon Euro xerc kir û jinên ku ji kişandina mamografiyê vexwendî girt ji sedî 54’ê jinan bersiva erênî dide.

Ligel ku di ser de 12 sal derbas bû jî nîşanên wekê rola mamografiyan ya di têkoşîn ali hemberî pençeşêrê û jin di mijara mamografiyê de çiqas xwedî agahîne derket holê. Karl Lauterbach ku di 2002’an de şêwirmendê hikûmetê bû da zanîn ku ev tedbîra ku li dijî pençeşêra memikan tê bikaranîn divê ji nûve bê nirxandin. Lauterbach ji kovara Der Spîegel de axivî û da zanîn ku nîşan dide ku nêzîkatiyeke neyînî li dijî mamografiyê heye.

AGAHDARKIRINEKE TÊR TUNE

Der barê agahdarkirina mamografiyên ku tên kişandin de jî nîqaş tên meşandin. Saziya Hevkariyê ya bo Mamografiyê û lijneya kontrola xizmetên tenduristiyê ya bi navê G-BA’ê ji bo jinên ku mamografiyê dikişînin de broşurên agahdarkirinê belav dike. Di van broşuran de tê gotin ku ji bo teşîsa zû ya pençeşêrê mamografî pêwiste.

Rêveberê Enstîtuya Lêkolînên Perwerdehiyê ya Max-Planck, Gerd Gîgerenzer da zanîn ku di navbera jinên ku mamografî dikişîn û yên nakişînin de rêjeya mirinê hemane û got: “Bi mamografiyê teqez jiyan nayê xilas kirin. Di têkoşîna bi pençeşêrê re zêde tê mezinkirin.

Li gorî anketekeku di meha Sibatê de ji aliyê Weqfa Bertelsmann û Barmer GEK hat kirin, nîvê jinên Elmanyayê jin ji naveroka mamografiyê ne agahdarin.

Di lêkolîneke ku li Danîmarkayê hatiye kirin de da zanîn ku rola mamografiyê pir zêde hatiye mezin kirin. Di lêkolîna ku ji aliyê Cochrane Collaboration ve hatiye kirin de ji 200 jinên ku mamografî kişandine re encam hatin analîzkirin. Di lêkolînê de hat gotin ku piraniya wan nexweşan an hatine ameliyatkirin an jî tedawiya tîrêjê dîtiye.


Bêjeyên Miftehî