Mamoste ji bo metreyalên nû tên perwedekirin
ŞÎNDA EKREM
QAMIŞLO – 4 hezar û 562 mamosteyên ku dersên seretayî didin, li ser metreyalên nû têne perwerdekirin, di heman demê de hezar û 271 xwendekar ji bo mamostetiyê têne amadekirin.
Piştî ku sala xwendinê ya 2015-2016 bi dawî bû, Komîteya Perwedeya Civaka Demokratîk rêzecivîn bi Desteyên Perwedeyê yên Kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê re lidar xistin. Di encama civîn û nîqaşan de gavên nû ji bo sala xwendinê ya 2016-2017 hatin destnîşankirin.QAM- SISTEME PERWERDE LI KANTONA CIZIRE (1)
Li gorî biryarên hatine destnîşankirin, Li kantona Cizîrê dê şagirtên ji refa yekê û heta 6’an bi zimanê dayîkê bêne perwedekirin. Li kantonên Efrîn û Kobanê jî dê şagirtên ji refa yekem û heta lîsê bi zimanê dayîkê bêne perwedekirin.
Ji bo pêkanîna piryaran, Desteya Amekekadr ya perwedeya asta seretayî dest bi karê xwe kir. Karê komîteyê li ser sê qonaxan dê pêk were. Qonaxa yekem dê mamoste bêne perwerdekirin. Di qonaxa duyemîn de jî dê mamosteyên taybet ji bo madeyan bêne perwedekirin. Di qonaxa sêyemîn jî dê pirtûk bêne amadekirin.QAM- SISTEME PERWERDE LI KANTONA CIZIRE (4)
Komîte xebatên her sê qonaxan bi hev re dide meşandin. Mamoste têne perwedekirin. Di peymangehan de 5 hezar û 562 mamosteyên seretayî di ji bo dersan bidin tevahiya dibistanên kantona Cizîrê. Mamosteyên têne perwedekirin dê li hezar û 394 dibistanan dersan bidin.
Ji wan mamosteyan 3hezar û 882 li ser metreyalên nû yên asta seretayî yê bi zimanê kurdî têne perwedekirin. Mamosteyên din jî ku hejmara wan 654 mamoste jî li ser metriyalên bi zimanê erebî dê bêne perwedekirin.
DI nava mamosteya de de ên li ser madeyên taybet jî têne perwedekirin hene. Mamoste li ser madeyên “zanist, bîrkarî, civak û jiyan, dîrok û xaknîgarî” têne perwedekirin. Li aliyê din jî dersên pêşxistina xîtabeta mamosteyan û teêkiliya wan bi şagirtan re jî têne dayîn.QAM- SISTEME PERWERDE LI KANTONA CIZIRE (6)
Dê mamoste heta destpêkirina sala nû ya xwendinê dewam bike. Piştî ku perwedeya mamosteyan bi dawî bibe, dê mamoste bikevin ezmûnan. Ên ezmûnan serkeftî bi dawî bike, dê wekî mamoste bêne erkdarkirin. Ên di ezmûnê de bisernekevin jî wê careke din tevlî dewreya perwedeyê bibin.
Di heman demê de Komîteya Perwerdeya Civaka Demorkatîk ji bo amadekirina beşek din ji xwendekaran jî di nava hewldanan de ye. Ew şagirt jî tevlî dewreya perwerdeyê ya li ser rêbazên perwedeyê dibin.QAM- SISTEME PERWERDE LI KANTONA CIZIRE (5)
Niha jî her wiha hezar û 271xwemdekar ji wan 484 xwendekar ji pêkhateyên ereb in. Xwendekar dersên bi zimanê dayîkê dibînin. Piştî ku mamoste bêne perwedekirin.
(dc)
ANHA
