1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Mano Xelil xelata Civis stand
Mano Xelil xelata Civis stand,mano,xelil,xelata,civis,stand

Mano Xelil xelata Civis stand

Derhinêrê Kurd Mano Xelil xelata Civis ya Medîa Europa 2012 stand

A+ A-

Filmê derhinêrê Kurd Mano Xelîl yê bi navê ‘ Baxçeyê buhuştê’ roja 9. Gulanê 2012 li Parlementa Europa li Brusselê paytexta Belcîka xelata yekemîn a filmên Dokumentar ya 25 saliya saziya CIVIS ya Media Ewropa stand. Xelata CIVIS li perlamenta Europa û bi başdarbuna gelek Hunermend û siyasetmedarên Europî û serokê Parlemanta Europi Berêz Martin Schultz hat wergirtin. Xanim Angela Markel bi riya Televizîonê peyamek şand û serkeftin bo hunermendan xwest. Filmê Derhéner Mano Xelîl "baxçeyê buhuştê", li paytexta Swissre Bernê berî du salan hatiye kişandin û li ser xebat û jiyana rojane ya kêmenetewên li vê welatî hatiye çêkirin. Ev Fîlm di Festîvala Berlinalê ya 2011 de hatibu nîşandan û herwiha xelata Paytexta Swîsre a sinema girtibu û hatibu helbijartin bo xelata sinema Swîsrî Quartz 2011 herweha hêjayê xelata mezin ya "Prla" hatibû dîtin. Heta roja îro li dehan Festîvalên navnetewî hatiye sanidan.

LINK:

http://www.tagesschau.sf.tv/Nachrichten/Archiv/2012/05/10/Kultur/Civis-Medienpreis-Erfolg-fuer-SRF-und-Berner-Regisseur-Mano-Khalil

http://www.finanznachrichten.de/nachrichten-2012-05/23492086-civis-media-prize-2012-seven-programmes-honoured-in-brussels-007.htm


Bêjeyên Miftehî