1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Maseya Wêjeya Seydayê Tirej hate avaikirin
Maseya Wêjeya Seydayê Tirej hate avaikirin,maseya,wêjeya,seydayê,tirej,hate,avaikirin

Maseya Wêjeya Seydayê Tirej hate avaikirin

Di bin baneyê Navenda Çand û Hunerê ya Bahar a Êlihê de Maseya Wêjeya Seydayê Tîrêj hate avakirin

A+ A-

Di bin baneyê Navenda Çand û Hunerê ya Bahar a Êlihê de Maseya Wêjeya Seydayê Tîrêj hate avakirin.

Li Êlihê di bin baneyê Navenda Çand û Hunerê ya Bahar a Êlihê de Maseya Wêjeya Seydayê Tîrêj hate avakirin. Yekemîn xebata maseya Wêjeya Seydayî Tîrêj dê pirtûka ku diyarî 34 kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan e be. Ji bo xebat û amadekariyan dê bi nivîskar Ece Temelkuran, Murathan Mungan, Rénas Jiyan û Fatma Savci re hevdîtn bên kirin. Di nava xebatên Maseya Wêjeya Seyda-î Tirej de dê muzisyen, ressam, şanoger û xwendekar jî amade bin. Maseya xebatê ji 10 kesan pêk tê. Hunermendên ku 3 mehin hefteyê rojekê li Mala Gel a Musa Anter li hev kom dibin, li ser nivîsên ku nivîsandine niqaşan dimeşîne. Hunermendên ku di navde wênesaz Fewzi Bilge jî heye, glek helbest, çîrok, ceribandin û roman tên nivîsandin. Hunermendên di maseyê de cih digirin, diyar kirin ku Helbestkarê kurd Seydayê Tirej xezîneyek pir dewlemend e. Hunermend dê di demek nêzîk de bi deklerasyonekê vê xebatê bi cameweriyê re parve bikin. Xebata Maseya Wêjeyê ya herî girîng xebata pirtûkê ya ku dîyarî 34 kesên di komkujiya Roboskiyê de ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin bê kirin e. Hunermendên ku dest bi nivîsandina pirtûka ku diyarî Roboskiyê bikin, anîn ziman ku dê di demek nêzîk de xebatên pirtûkê xelas bikin. Di nava hunermend û nivîskaran de Ece Temelkuran, Murathan Mungan, Rénas Jiyan û Fatma Savci ji cih digire.

Nivîskar û wênesaz Fewzî Bilge, diyar kir ku 12 salin di bin baneyê Navenda Çand û Hunerê ya Bahar a Êlihê de xebatan dimeşîne û wiha got: "Hevalên me yên di qada hunerê de dixebitin, di heman demê de karê wêjeyê jî dikin. Ji ber ku hevalên me bi wêjeyê jî eleqeder dibin me maseyek bi vî rengî ava kir. Hin hevalên me helbest, hin hevalên me roman û çîrok, hin hevalên me jî ceribandinan dinivîsin. Ev hevalên me yên maseyê car caran li hev kom dibin û nivîsên xwe bi hevre parve dikin. Li ser nivîsan fikrên xwe bi hevre parve dikin. Ev dan û stendina fikr û wêjeyê nêzî 10 salin didome. Piştî hevalên me yên bi wêjeyê eleqeder dibin zêde bûn, fikra avakirina maseyê çêkir."

'Em helbestê Seydayî Tîrej ji bo xwe wekî manifestoyê dibinin'

Bîlge da zanîn ku helbestvanê Kurt Seydayê Tîrej ji bo wan dewlemendiyek e û helbesvanekî kurd e navdar e. Bilge, anî ziman ku hemû hevalên masê bi fikra hevpar navê Seydayê Tirej li maseyê kirin û wiha got: "Seydayê Tîrêj ji bo kurdan kesekî navdar û xwedi kesayetiyek taybet e. Her tim nivîsên wî hatine ecibandin. Hemû hevalên maseyê wî ji bo xwe reber dibînin. Pirtûka Seydayê Tirej a Karwan ji bo me manifesto ye."

Wêjeya bi zimanê qedexe pir zahmet e.

Ressam Ehmed Roniar jî anî ziman ku bi zimanê qedexe nivîskarî u wêje pir zahmet e. Divê em li ser zimanê xwe û wêjeyê bêtir bixebitin. Dema em li berhemên Baba Tahiré Uryan dinerin em dibînin ku dîrokek li pêş me ye. Dema em wêjeya kurdan û cîhanê didin ber hev ev xebatên bi vî rengî ji bo wêjeya kurdan gelek girîn e. Ev mase dê di wêjaya kurdan de gavek mezin bide avêtin.

Berhemên ewil dê dîyarî roboskiyê bê kirin

Bataristê Koma Gireva Rojê û nivîskar Nûroj Mûnzûr ji anî ziman ku Maseya Wêjeya Seydayê Tîrêj dê ji bo wêjay kurda bibe pêngavek nû û wiha got: "Em dê vê berhema xwe ya ewil diyarî 34 welatyên ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane bike.

Çîroknasa 16 salî Berfîn Barî jî anî ziman ku ew dê bi vê maseyê xwe pêş bixe û wiha got: "Ji ber eleqeya min bi nivîs û çîrokan heye ez dest bi xebatek wisa dikim. Ev dê rê li peş min veke.

(mae)