1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Me li ser daxwaza Rûsiya cenzeyê leşkerê wan ji çeteyan stend’
‘Me li ser daxwaza Rûsiya cenzeyê leşkerê wan ji çeteyan stend’,me,li,ser,daxwaza,rûsiya,cenzeyê,leşkerê,wan,ji,çeteyan,stend

‘Me li ser daxwaza Rûsiya cenzeyê leşkerê wan ji çeteyan stend’

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl diyar kir ku hêzên wan li ser daxwaza Rûsiya, cenazeyê leşkerê wan ên ku li Palmêra hatiye kuştin ji çeteyan DAIŞ’ê stendine.

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl têkildarî stenandina cenazeyê leşkerî Rûsî yê ku di 16’ê Sibatê de li Palmêra ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kuştin, agahî dan ajansa me.

Xelîl da zanîn ku hêzên wan li ser daxwaza Rûsiya, cenaze bi çalakiyeke taybet bi dest xistine, lê agahiyên berfirehtir ên derbarê çalakiyê de, nedan. Xelîl da zanîn ku armanca wan ji vê yekê karekê mirovî bû.

(dm)

ANHA