1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Meclîsa Jinên Şengalê: Emê tola Ferînaz û hemû jinan rakin
Meclîsa Jinên Şengalê: Emê tola Ferînaz û hemû jinan rakin,meclîsa,jinên,şengalê,emê,tola,ferînaz,û,hemû,jinan,rakin

Meclîsa Jinên Şengalê: Emê tola Ferînaz û hemû jinan rakin

A+ A-

ŞENGAL/ROJNEWS

Meclîsa Jinên Êzidî yê Şengalê bi daxuyaniyekî helwestên Komara Îslamiya Îranê li hermberî gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê şermezar kir. Meclîsê diyarkir ku ewê tola Ferînaz û hemû jinan hilînin.

Daxuyaniya Meclîsa Jinên Êzidî yê Şengalê dazanîn ku rejîmên desthildardar hertim ji bo dirêjkirina temenê xwe, jinan dikuje û ji qirkirina ve derbas dike.

‘Rêbaz û kiryarên DAIŞ û Îranê wek hev in’

Daxuyanî wiha didome: “Hemû desthilatdarî hebûna xwe li ser bêîradehiştina jinan sazdike. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê bi hezaran jinên Êzîdî revandin, kuştin, qetil kirin û dest avêtin wan, îro jî heman rêbaz Komara îslamî ya Îranê li ser jinên rojhilatê Kurdistanê pêk tîne. Rêbaz û kiryarên DAIŞ û Komara îslamî wek hev in. Wek hemû desthilatdariyan Komara Îslamî ya Îranê jî azadiya jinê li hember xwe wek metirsiyek dibîne û êrîşê jinan dike. Herî dawî jina bi navê Ferînaz Xosrewanî ji aliyê Îtliaata Îranê ve bi destdirêjiyê re ru bi ru ma û ji bo teslîm nebe jiyana xwe ji dest da. Ferînaz wek gelek jinên Kurd, Êzîdi, Xiristiyan, azadîxwaz u berxwedêr pergala desthilatdariya mêr nepejirand.

Gelê me yê Mihabad, Sine, Bokan û hwd. Ji bo protesto kirina kiryarên li ser jinan a ji aliyê Rejîma Îranê ve li ser piyan e. Li her çar aliyê Kurdistanê û dervayî welat gelê me yê hestiyar xwedî li berxwedana Ferînaz derdikeve û rejîma Îranê şermezar dike. Em jî wek Meclîsa Jinên Êzîdî a Şengalê Komara Îslamî ya Îranê şermezar dikin û dibêjin emê xwedî li doza jinên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve hatin revandin û hemû jinên ku rastî tund û tujî û êrîşên desthilatdariyê tên derbikevin.

‘Ferînaz ne bi tenê ye’

Îro jinên Êzidî xwe bin sîwana Meclîsa Jinên Êzidî a Şengalê rêxistin dike û bi YPJ Şengal re jî artêşa xwe birêxistin kiriye. Artêşa me wê tola Ferînazan û hemû jinan ji desthilatdariyê hilîne. Jin weke berê bê parastin û bê rêxistin nîne. Em bang li hemû jinan dikin da ku parastina cewherî pêş bixin û xwe bi rêxistin bikin. Her jineke bêrêxistinkirî wê bi êrîşên desthilatdariya mêr re ru bi ru bimîne.

Em cardin êrîşên Komara Îslamî ya Îranê şermezar dikin û dibêjin ku Ferînaz ne bi tenê ye. Divê hemû jinên êzidi xwedî li ferînazê derbikevin.”

(ge)