1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ′Meclîsa Minbicê nimûneya jiyana hevbeş e′
′Meclîsa Minbicê nimûneya jiyana hevbeş e′,meclîsa,minbicê,nimûneya,jiyana,hevbeş,e

′Meclîsa Minbicê nimûneya jiyana hevbeş e′

A+ A-

ŞÎlAN MIHEMED

MINBIC – Şêwirmenda Meclîsa Sivîl a Minbicê Cemîle Ehemed da zanîn Meclîsa Sivîl a Minbicê bi beşdariya hemû pêkhateyên herêmê, li tevahî Sûriyê dibe nimûneya jiyana hevbeş.

′Meclîsa Sivîl gel birêxistin kir′

Şêwirmenda Meclîsa Sivîl a Minbicê Cemîle Ehemed got ku bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Minbicê re Meclîsa Sivîl a Minbicê hat avakirin, da gel birêxistin bike û pêdiviyên wan peyda bike. Cemîle wiha got: ″Meclîsê xizmeta şêniyan kir gelek xebatên rêxistinkirinê dane meşandin wekî avakirina saziyên xizmetê. Li aliyekî din jî koçberên herêmên Şahbayê jî pêşwazî dikirin û destek didan wan.″

′Armanc rêxistinkirina tevahî civakê ye′

Cemîle anî ziman ku armanca ji firehkirina Meclîsê ew e ku hemû pêkhate cihê xwe di nav de bigirin û tevahî civak bê rêxistinkirin. Cemîle wiha domand: ″Li bajarê Minbicê di milê parastinê kêmasî derdikevin. Meclîs hat firehkirin da li hember êrîşên li ser herêmê, milê parastinê bê xurtkirin.

Cemîle got ku Minbic bi çand pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Çerkes, Ermen û Tirkmen zengîne û wiha axivî: ″Li Minbicê nêzî 35 eşîre, rewşenbîr, parêzer, helbestvan û bijîşk hene. Firehkirina Meclîsê ji bo rêxistinkirina hemû beşên civakê, girînge.″

′Rola jinê di xebatên Meclîsê de′

Cemîle da zanîn ku jin li Minbicê li hember hizniyeta baviksalarî li ber xwe da, be ser ket û niha li gel mêr beşdarî xebatên Meclîsê dibe. Cemîle wiha got: ″45 jin cihê xwe di nava Meclîsê de digirin. Ev yek hemû mafên jinê misoger dike.″

′Meclîs mînaka jiyana hevbeş e′

Cemîle destnîşan kir ku nûnerên hemû pêkhateyên civaka Minbicê cihê xwe di nava Meclîsê de digirin û wiha domand: ″Ji sedî 60 Ereb, ji sedî 25 Kurd, ji sedî 11 Tirkmen, ji sedî 8 Çerkes, du malbatên Ermen û Çeçen cihê xwe di Meclîsê de digirin. Ev yek dihêle ku Meclîs bibe mînaka jiyana hevbeş.″

Avakirina Meclîsa Rêveber

Cemîle diyar kir ku piştî avakirina Meclîsa Rêveber a Minbicê, dê Meclîsa Sivîl veguhere Meclîsa Zagonsaz û ji bo Meclîsa Rêveber biryar û zagonan bigire.

Piştgiriya Meclîsê

Cemîle di dawiya axaftina xwe de, ji hemû pêkhateyên herêmê xwest ku pişgiriya Meclîsê bikin, da hemû kêmasî bêne derbaskirin û Sûriyeke demokratîk ku çand û zimanên hemû pêkhateyên diparêze bê avakirin.

(mm)

ANHA