1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclîsa Rûsipiyên Kobanê ava bû
Meclîsa Rûsipiyên Kobanê ava bû,meclîsa,rûsipiyên,kobanê,ava,bû

Meclîsa Rûsipiyên Kobanê ava bû

A+ A-

KOBANÊ – Rûsipiyên Herêma Kobanê bi armaca çareserkirina pirsgirêkên civakê û dozên tolan, meclîsa Rûsipiyên herêmê ava kirin.

Rûsipiyên herêmê li salona Meclîsa Zagonsaz a kantonê di bin venêrîna Rêveberiya xweser de li hev civayan. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê jî Serokê Meclîsa Rêveber a Kantonê Enwer Mislim axivî û got :”Berxwedan Kobanê barekî giran da ser milê me, ew jî avakirina civakê li ser şopa cangoriyan e. Lewma pêwîst e rûsipiyên herêmê di çareserkirina pirsgirêkan de mil bidin hev. Civaka me xwedî kokeke kevnar û pêşerojeke geş e.”

Endama rêveberiya PYD`ê ya Kobanê Dîlber Yûsif jî li ser girîngiya yekbûnê di bersivdayîna êrîşên li ser Rojava de, rawestiya. Dîlber da zanîn ku Meclîsa Rûsipiyên herêmê yek ji şêwazên herî serkeftî yên çareseriya pirsgirêkên civakî ye.”

Serokê Desteya Parastinê ya herêma Kobanê Ismet Şêx Hesen jî ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku YPG/YPJ`ê gelek edetên tolhildanên di nava civakê der derbas kirin, lewma pêwîst e ew jî li ser şopa wan bin.

Bi bidawîbûna axafitinan re, beşdarvana dest bi pêşniyaran kirin. Gelek mijarên taloq mane nîqaş kirin û daxwaza çareseriyekê jê re kirin. Nîqaşan du seatan dom kir û bi pêşniyarkirina navan ji bo avakirina Meclîsê bidawî bû.

Di encama wê de jî 35 kes weke endamên Meclîsê hatin diyarkirin. Ji wan 10 ji gundên rojava, 8 ji gundên başûr, 7 ji gundên rojhilatê Kobanê û 10 jî ji bajar in.

(nse)

ANHA