1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Meclîsê boykot bikin'
'Meclîsê boykot bikin',meclîsê,boykot,bikin

'Meclîsê boykot bikin'

A+ A-

Li Stenbol û Colemêrgê bi armanca şermezarkirina biryara YSK'ê ya betalkirina parlementeriya Parlementerê Amedê Mehmet Hatîp Dîcle û redkirina tahliyeya parlementerên girtî, bi girseyî çalakî hatin lidarxistin. Li navçeya Çelê çalakiya rûniştinê û li Stenbolê jî li navçeyên Tuzla û Sancaktepeyê bi girseyî daxuyanî hatin dayîn.

Çalakî û bertekên li dijî biryara betalkirina parlementeriya Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Hatîp Dîcle ku ji doza KCK'ê girtî ye her ku diçin zêde dibin. Rêxistina BDP'ê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê bi boneya biryara YSK'ê şermezar bike çalakiya rûniştinê pêk anî û daxuyanî da çapemeniyê. Komê di çalakiyê de dowîzên "YSK'a bêrûmet biryara xwe bi paşve bikşîne", "Em hişmendiya vîna 80'ê hezaran înkar dike şermezar dikin" û "Kesên vîna gel înkar dikin dê rojekê li ber vîna gel çong bidin" û "Gulen ev raman da we?" rakirin. Li ser navê komê Serokê rêxistina BDP'a Çelê Siddik Guzel, daxuyanî da û birayra YSK'ê şermezar kir.

Li Tuzla û Sancaktepe jî çalakî hatin lidarxistin

Li navçeya Tuzla ya Stenbolê jî bi heman armancê Rêxistina BDP'a Tûzlayê li ber avahiye çalakî pêk anî. Endam û rêveberên BDP'a Tûzla li ber avahiyê kom bûn û dirûşmeyên ''Hatîp Dîcle rûmeta me ye", "YSK şaş nebe me nexîne çiya" berz kirin. Serokê BDP'a Tûzlayê Hakki Dalga, biryara YSK'ê û biryara redkirina tahliyeya parlementerên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yên ji Doza KCK'ê girtî şermezar kir. Dalga, bang li hikûmeta AKP'ê kir û xwest hirmetê nîşanî vîna gelê kurd bide. Dalga, anî ziman ku gelê kurd heta niha li vîna xwe xwedî derketye û dê ji niha û şûnde jî têkoşîna xwe mezintir bikin.

Li navçeya Sancaktepeya Stenbolê jî endam û rêveberên BDP'ê li kolana Demokrasiyê kom bûn û biryara YSK'ê û biryara 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê şermezar kir. Li vir jî dowîz û pankartên ku biryara YSK'ê şermezar dike û piştgiriya Mehmet Hatîp Dîcle tîne ziman hatin vekirin. Her wiha dîsa wêneyê Halîl Îbrahîm Oruç ê bi guleya polîsan li navçeya Bîsmîlê hate qetilkirin jî hate vekirin. Li ser navê komê Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Încî Yilmaz Kiliç daxuyanî da û wiha got: "Di vê pêvajoya ku fikrên Brêz Ocalan yên li ser çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk tên niqaşkirin de biryarên bi vî rengî tên girtin û dixwazin bi vê yekê kurdan perçe bikin." DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî