1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Meclîsên jinan, xweseriyê radçîne!
Meclîsên jinan, xweseriyê radçîne!,meclîsên,jinan,xweseriyê,radçîne

Meclîsên jinan, xweseriyê radçîne!

A+ A-

31 Gulan

MELTEM OKTAY

AMED (DÎHA) - Saziyên jinan yên li Amedê, bi avakirina meclîsan hewl didin xweseriya demokratîk raçînin. Saziyan di vê çarçoveyê de heta niha li gelek taxên Amedê bi vê armancê gelek meclîs ava kirin.

Navenda Lêkolîn û Pêkanînê ya Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) û Navenda Şewirmendiyê ya Perwerde û Psîkolojîk ya Jinan (EPÎDEM) li Amedê di çarçoveya xebatên ji bo jinan de, li taxên Yenîkoy, Şemsîler, Azîziye, Ben û Sen û Hasirli meclîsên xwe ava kirin. Sazî hewl didin bi vê xebatê bingeha xweseriya demokratîk raçînin. Bi van meclîsan pirsgirêkên jinan tên çareserkirin. Berdevkiya meclîsan herî kêm ji 10 kesan pêk tê. Meclîs ji bo çareserkirina pirsgirêkan her hefteyê li hev dicivin.

'Ji bo jiyanekî komunal'

Civaknasa EPÎDEM'ê Azîze Kaya, têkildarî xebatan de agahî dan. Kaya, da zanîn ku mal bi mal geriyane û yek bi yek xwe gihandine jinan. Kaya, di berdewamê de derbirî ku bi vê xebatê hewl dane hijmendiya birêxistinbûnê ji jinan re bidin fêm kirin û wiha got: "Em ê bi vî avayî gav bi gav, ber bi jiyana komunal ve biçin. Armanca me ev e." Civaknasa Navenda Jinan a Kardelenê Gulistan Zengîn jî, got ku ev xebat gelek girînge û di van meclîsan de vîna jinan pêş ve diçe. Zengîn, anî ziman ku ji bo vîna jinan derkeve holê lazime meclîsên wan yên xweser hebin û ji bo parastina rewa jî ev xebat lazime.

'Pêwîste pergala ji aliyê zilam ve hatiye avakirin bê guhertin'

Zengîn, da zanîn ku di çarçoveya xebatê de hewl dane xwe bigihînin hemû jinan û got ku ji bo avakirina demokrasiyê avakirina meclîsên jinan yên xweser gelek girînge. Zengîn, anî ziman ku bi hişmendiyek cuda wê civakê ji nûve saz bikin û ev dê zilam jî biguherîne.

(lg)