1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Medrese – Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me ya Mela Birhanê Tarînî derket!
Medrese – Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me ya Mela Birhanê Tarînî derket!,medrese,ji,her,aliyî,ve,medreseyên,me,ya,mela,birhanê,tarînî,derket

Medrese – Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me ya Mela Birhanê Tarînî derket!

A+ A-

Medrese - Ji Her Aliyî ve Medreseyên Me, lêkolîn û lêgerîna melayê hêja yê bi xwe derçûyî medreseyên Kurdan, Mela Birhanê Tarînî, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Wekî saziyeke dêrîn a ku rehên xwe bi kûrahiyên axa Kurdistanê de berdaye, medreseyên me û hucreyên feqiyan roleke xwe ya pirr girîng di pergala perwerdehiyê ya li welatê me de her hebûye. Nivîskar Mela Birhanê Tarînî bi riya tecrubeyên feqîtî û melatiyê û çavdêriyên xwe yên di van deman de, mijara medreseyan tîne dixe rojeva me. Medreseyên welatê me li ber jibîrbûnê ne. Pergala wan a perwerdehiyê ya bi sedan salan, li gorî bipêşveçûn û geşedanên cîhana nûjen, reng e ku mirov bibêje, riziyaye, an jî êdî ji demê re nabe bersiv. Nivîskar Tarînî, di vê berhema xwe de xwe dispêre vê tespîta xwe ya girîng û li jêr sernavên cihêreng, piştî ku behsa dîroka medreseyên me, hejmara wan, rola dîrokî ya medreseyên me ya di jiyana rojane ya Kurdan, zanista Kurdan û wêjeya Kurdî de dike, îcar raz û niyaza ku li ba gelek kesan heye, lê kêm kes behsê jê dike, eşkere dike û pêşniyarên dilêrane tîne bo nûjenkirina medreseyên me, mifredeta wan, pê re jî rola wan a civakî ya li ser neteweya Kurd. Îslam yek ji rastiyên welatê me ye û “medreseyên me yên welatparêz” divê di navenda mijara medreseyan de bin. Li ser vê bingehê, berhemeke hêja, Medrese – Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me, ji Mela Birhanê Tarînî.

Medrese – Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me Mela Birhanê Tarînî Şîn, 110 rûpel, Gulan 2011 Weşanxaneya Lîs, Amed