1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Medya îxtîdarê bi manşetên xwe şerxwaziyê dike'
'Medya îxtîdarê bi manşetên xwe şerxwaziyê dike',medya,îxtîdarê,bi,manşetên,xwe,şerxwaziyê,dike

'Medya îxtîdarê bi manşetên xwe şerxwaziyê dike'

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Kordînatora Nûçeyan a Rojnameya Cumhuriyetê Ayşe Yildirim, diyar kir ku medya îxtîdar û hevkar bi nûçe û manşetên xwe şer sor dike û hestên perçekirin û nifrînê di nava gelan de zêde dike. Yildirim, anî ziman ku ji bo medya îxtîdarê zimanê xwe rast bike pêwist e siyaseta Tirkiyeyê jî normal bibe.

Li Tirkiyeyê 34 rojnamegerên muxalif, ji ber ku rastî bi raya giştî re parvekirine hatine girtin. Lê rojnameger û rojnameyên li ser daxwaza hikûmet û îxtîdarê nûçeyan çêdikin û weşanê dikin jî diçin her derê. Gelê kurd û siyasetmedaran dike hedefa xwe û şer sor dikin. Di nava gelan de nifrînê zêde dikin. Medya îxtîdarê bi taybetî piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag kir hedef û piştre êrîşî Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş kirin. Rojnameyên hawiz û îxtîdarê Star û Yenî Şafak wekî bi hevre têkevin pêşbaziyê manşetên êrîşkar bikar tînin. Piştî Demirtaş bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsr Sergey Lavro re hevdîtin kir, manşetên nifrîn û reşkirinê bikar anî.

'Medya hatiye bişaftin'

Têkildarî manşetên rojnameyên îxtîdarê Kordînatora Nûçeyan a Rojnameya Cumhuriyetê Ayşe Yildirim, helwesta çapemeniya hevkar rexne kir. Yildirim, anî ziman ku zimanê rojnameyên hevkar şer sor dike û nifrîna nava gelan kûr dike. Yildirim, da zanîn ku piştî gotinên Serokomar Erdogan çapemeniya îxtîdarê jî zimanê xwe guhert. Yildirim ev medya wekî "medya hatiye bişaftin" bi navkir û wiha got: "Medya hawiz bi manşetên xwe şer sor dike û dibe sedema kuştina mirovan. Medya hawiz bi taybetî ji muxalif û jinên muxalif nefretê dike. Di nava medya hevkar û AKP'ê de torek xurt heye. Medya hevkar ewil hin kesan dike hedef û li gorî wê manşetan davêje. Piştre rêveberên AKP'ê êrîşî wan kesan dike. Hin caran jî AKP gotinên neyînî dibêje û medya îxtîdarê jî vê yekê belav dike. Di roja din de hemû gotinên AKP'ê dike manşet. Ji ber ku ev pergal ji aliyê destekî ve birêve diçe.

'Êşê bi êşê çareser nekin'

Yildirim, da zanîn rojnameya wan wêneyên 44 zarokên di şer de jiyana xwe ji dest dane di manşetê de dan, roja din jî Rojnameya Turkiyeyê zarokên leşkerên jiyana xwe ji dest dane di manşetê de dan û wiha berdewam kir: "Li holê pirsgirêkek heye. Ger ku dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin divê van birînan derb nekin. Zarokên kurdan li bajarên xwe û li ser axa xwe tên qetilkirin. Lê li hemberî vê êşê ger ku ew jî êşa din nîşan bidin pirsgirêk çareser nabe. Pirsgirêk kurttir dibe. Divê êşê bi êşê çareser nekin. "

'Rojnameya me jî kirin hedef'

Yildirim, destnîşan kir ku medya îxtîdar û hawiz hemû gelê kurd kiriye hedefa xwe û dixwazin hemû rojnamegerên li rastiyê digerin û rastiyê belav dikin qetil bikin. Yildirim, bilêv kir ku rojnamegerên îxtîdarê sîlahşoriya AKP'ê dikin û wiha berdewam kir: "Rojnameya Cumhuriyetê jî car caran dibe hedefa medya îxtîdarê. Êdî rojnamegerên wekî wan nafikirin dibin hedef. Ev ji aliyê pîşeyê rojnamegeriyê ve pir talûke ye."

'Divê bi giştî bersîv bê dayîn'

Yildirim, destnîşan kir ku divê hemû rojnameger bibin yek û li dijî vê feraseta ku azadiya ramanê binpê dike dengê xwe bilind bikin.Divê berxwedana xwe xurt bikin.

Yildirim, da zanîn ku şerê navxweşî bi dawî bibe wê demê dê li gorî sinc û pîvanên navneteweyî rojnamegerî bê kirin. Yildirim, anî ziman ku îro çapemeniya hawiz li dijî girtina Can Dundar û Erdem Gul bêdeng dimînin û dixwazin girtina rojnamegeren JINHA û DÎHA mafdar bikin. Yildirim, da zanîn ku dixwazin Rojnameya Ozgur Gundemê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî. "Medya hawiz hem şer sor dike û hem jî mafê girtiyan û kuştiyan binpê dike. Ji ber vê yekê dê rojekê bên darizandin. Rojek bê em dê mafê wan biparêzin.

(mae)