1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Mejiyê Nû yê Mirovan
Mejiyê Nû yê Mirovan,mejiyê,nû,yê,mirovan

Mejiyê Nû yê Mirovan

A+ A-

Ray Kurzweil ê ku di sala 1976'an de ji bo kesekî kor makîneyek ku pirtûkan dixwîne çêkir, niha jî sintisayzirek çêkir ku dengê piyanoya K250 nêzî mukemelê derdixe.

Ray Kurzweil di xeyalan de sînoran nas nake. Nêzîkatî û famkeriyeke wî ya cuda heye di warê civakî de. Vê famkeriya xwe di warê teknolojiyê ed jî bi afirandinên nû nîşan dide. Wî gelek amûrên wisa çêkirin ku mirov dixe bin bandora xwe. Lê wî hîn gotina xwe ya dawî negotiye.

Di sala 2045'an de Mirovên Robot Li gor Kurzweil di dawiya salên 2030'î de em ê bikaribin kopiyeke hiş û mejiyê xwe di komputerê de hilînin. Çawa ku em kopiya CD'yekê li cem xwe hiltînin. Bi vî rengî em ê bikaribin hemû kesayetiya xwe, hiş, bikêrî û dîroka xwe ya kesanî tomar bikin. Li dor sala 2045'an jî dê mirov û robot ewqasî nêzî hev bin ku, mirov ji derve ve wan ji hev dernaxe. Piştre dê baqiliya mirovan pêşve here û ber bi gerdûnê ve fireh bibe.

Bi vê pêşbîniya xwe ya dawî tişta ku Kurzweil dixwaze bêje ew e, ku mirov ji bilî çûna gerdûnê, dê daxilî gerdûnê bibe. "Aqil" dê bikeve nav madde û wizeyê (enerjî). Dê aqil ji koka xwe ya cîhanî biqete ber bi gerdûnê ve here.

Xuya ye Kurzweil dixwaze bibe yekemîn mirovê ku vê bike. Ji temenê xwe yê 16'mîn ve rojê 200 hebên witamînê dixwe. Li gor ceribandinên ku kiriye jî, ji wê çaxê û heta niha tenê bi qasî 2 salên biyolojîk pîr bûye.

Der barê nûçeya ku heftiya borî derket de jî fikrek wî heye helbet. Heftiya borî hate ragihandin ku zanyarên Amerîkî gotine ku rojek dê were ku mirov êdî pîr nebin. Kurtweil dibêje ku rojekê ev yek dê teqez pêk were. Dibe ku ew bixwe jî li pey îcadek wisa be.


Bêjeyên Miftehî