1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Mele Bextiyar: Elçî ji aliyê dijminê aştî û demokrasiyê ve hat şehîdkirin
Mele Bextiyar: Elçî ji aliyê dijminê aştî û demokrasiyê ve hat şehîdkirin,mele,bextiyar,elçî,ji,aliyê,dijminê,aştî,û,demokrasiyê,ve,hat,şehîdkirin

Mele Bextiyar: Elçî ji aliyê dijminê aştî û demokrasiyê ve hat şehîdkirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Berpirsê Desteya Rêveber ê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar diyar kir ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê dijminê aştî û demokrasiyê ve hatiye şehîdkirin.

Berpirsê Desteya Rêveber ê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar der barê terorkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de daxuyaniyek da û got: "Bi şehîdkirina parêzer, welatparêz, Kurdperwerê azadîxwaz ê gelê me yê li Bakûrê Kurdistanê Tahîr Elçî re, terorîst dixwazin bi vê rêyê dengê demokratîkxwazên gelê me ji holê rakin û karwanê parêzvanên maf û azadiya gelê me bikujin."

Bextiyar di dewama axaftina xwe de sersaxî ji malbata Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî û gelê Kurd re xwest û ragihand: " Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî piştî civîna çapemeniyê ku armanca wî parastina minareya çarlinga dîrokî ya Amadê bû, mixabin ji aliyê dijminê azadiyê û demokarasiyê ve bi awayekî neheq hat şehîdkirin."

Berpirsê Desteya Rêveber yê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar diyar kir ku divê di zûtirin demê de tewambar bên girtin û cezayên xwe yên yasayî bibînin û got: "Bi şehîdkirina parêzer, welatparêz, Kurdperwerê azadîxwazê gelê me yê li Bakûrê Kurdistanê Tahîr Elçî re, terorîst dixwazin bi vê rêyê dengê demokratîkxwazên gelê me ji holê rakin û karwanê parêzvanên maf û azadiya gelê me bikujin."

(ab)