1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Melê Nav Li AKP'ê Kir
Melê Nav Li AKP'ê Kir,melê,nav,li,akp,ê,kir

Melê Nav Li AKP'ê Kir

A+ A-

Li navçeya Gimgima Mûşê panela bi navê "Kurd û faşîzma kesk a AKP'ê" hat lidarxistin. Di panelê de Mele Saîdê Xelatê bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên dij-Kurd û got: “Kî dengê xwe bide AKP’ê dê bibe şirîkê kuştina gelê Kurd.’ Di panelê de Parlementerê BDP'ê yê Sirri Sakik, diyar kir ku kesên li Motkiyê hatine qetilkirin û definkirin birayên wan, xwişkên wan, zarok û bavên wan, nasname, çand û zimanê wan in. Sakik, da zanîn ku zarokên Kurdan ên pakrewan in. Sakik, xwest Kurd li dijî stemkarên (zalimên) Motkiyê bibin yek û têbikoşin.

DIVÊ GELÊ KURD LI DIJÎ ZALIMTIYA LI MOTKIYÊ BIBIN YEK’

Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasî BDP'ê ya navçeya Gimgimê li avahiya partiya xwe panela bi navê "Kurd û faşîzma kesk a AKP'ê" pêk anî. Di panelê de Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, Serokê Rêxistina BDP'ê Nîmet Sezgîn, Şaredara Gimgimê Gulşen Deger, Mele Saîtê Xelatê jî di navde gelek kes amade bûn. Panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di panelê de Serokê Rêxistina BDP'a Mûşê Nîmet Sezgîn, diyar kir ku 80 salin dewlet ziman, nasmane, çand û nirxên Kurdan înkar dike û wiha got: "Em dixwazin polîtîka û armanca hikûmeta AKP'ê ya li dijî Kurdan dimeşîne defîşre bikin û derxin holê. Em dixwazin hemû çand û zimanên li ser vê axê dijîn xwedî azadî û maf bin. Em dixwazin Kurd jî xwedî azadî û maf bin."

'KUŞTIN JI ALIYÊ DEWLETÊ VE PÊK HAT'

Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî anî ziman ku ew niha li şopa kujerên nediyar digerin û wiha got: "Em dizanin ku kê ev kuştin pêk anîne. Ger ku kesên ev kuştin pêk anîne û niha lêkolinê pêk tînin xwedî yek hişmendî bin kujer nayên ronîkirin. Ji ber ku ev kuştin ji aliyê dewletê ve pêk hat. Leşker û dozgerên ku li ser navê dewletê peyvir dikir ev kuştin pêk anîn. Li dijî gelê Kurd polîtîkayên hovane pêk dianîn. Bêyî ku hurmetê ji miriyan re bigrin cenaze avêtin çalê sergoyan. Îro niha yek bi yek ronî dibe."

Sakik, ji gelê Kurd xwest ku her kes ji bo li nirxên xwe xwedî derkevin û li dijî zalimên ku komkujiya Kurdan pêk anîye bibin yek û tifaq. Sakik, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kesên li Motkiyê hatine qetilkirin û definkirin birayên me, xwişkên me, zarok û bavên me, nasname, çand û zimanê me in. Zarokên Kurdan ên peqrewan in. Divê Kurd li dijî zalimên Motkiyê bibin yek û têbikoşin. Her çend hestiyên wan di sergoyan de bên dîtin jî dê di nava wijdanên gelê Kurd de her tim xwedi nirxê pîroz û bilind bin. Lê kesên ev komkujî pêk anîne jî di dojehê de bişewitin jî dê dîsa di dilê Kurdan de sûcdar û mahkûm bin."

Sakik, xwest Kurd li hemberî vê rastiyê yekîtî û tifaqiya xwe xurt bikin.

'KÎ DENGÊ XWE BIDE AKP'Ê DÊ BIBIN ŞIRÎKÊ KUŞTINA KURD'

Mele Saitê Xelatê jî bal kişand ser polîtîkaya AKP'ê û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li ser navê Îslama sexte her rastiyê û nasnameya gelê Kurd, ziman û çanda gelê Kurd înkar dike. Kesên nirxên gelê Kurd înkar bike tu eleqeya wan bi olê îslamê re tune ye. Bi hezaran ciwanên Kurd ji bo gelê xwe li çiya xwe veda dakin. Kî di hilbijartinê de dengê xwe bidin hikûmeta AKP'ê dê bibin şirîkê kuştina Kurd."


Bêjeyên Miftehî