1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Merasîma bîranîna Helepçeyê dest pê kirin
Merasîma bîranîna Helepçeyê dest pê kirin,merasîma,bîranîna,helepçeyê,dest,pê,kirin

Merasîma bîranîna Helepçeyê dest pê kirin

A+ A-

HELEPÇE - Ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Helepçeyê ya di 16'ê Adara 1988'an de ji aliyê Rejîma Baas a Iraqê ve hat kirin, merasîma bîranînê dest pê kir.

Bi boneya salvegera 26’emîn a komkujiya bajarê Helepçeyê îro girseya gel li ber Şaredariya Helepçeyê civiya û ber bi Goristana Şehîdan a Helepçeyê ve meşiya. Girseya gel a reş girêda, qurnefîl danî ser gorên mirovên di Komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan.

Merasîm bi beşdariya hezaran kesî pêk hat.

Îro saet di 01.00 de wê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê ji bo qurbaniyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, 5 deqeyan rêz were girtin. Her wiha tê payîn ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê biryara xwe ya ku Helepçeyê dike parêzgeh, îro aşkera bike.