Mertalên Zindî,mertalên,zindî

Mertalên Zindî

Îro ji gelek bajarên Kurdistana Bakur û Başûr Mertalên Zindî bi rê dikevin. Pêla rabûna Mertalên Zindî, Tirkiyeya ku berî operasyona Sûriyeyê cih lê teng bûye û hewl dide ku kurd careke din ji pergalkirinê bêpar bimînin, dixe nav xitimandineke mezin.

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Tirk di roja sêyemîn a operasyona hewayî de li gundên Herêma Kurdistana Federal xist. Îranê jî di dema operasyona xwe de gelek gund dabû valakirin. Îran û Tirkiye bi hev re li pey opersyoneke kîmyewî ne û an di vê plana xwe de dê bi ser bikevin, an jî dema ku NATO daye Tirkiyeyê dê biqede.

Di rewşeke wiha de, arman û planeke kîmyewî hebe an jî tune be, Mertalên Zindî garantiya parastina Herêma Kurdistana Federal e. Rayedarên herêmê fam bikin an jî nekin, Îran ji zû ve li hember herêmê ketiye êrîşê. PKK, PJAK di Çiyayê Qendîle de be an jî nebe, ev ferq nake. Mijar ew e ku ev herêm ji bo Îran bikaribe xwe li dijî operasyoneke mezin biparêze û ji bo tenê nemîne, ango mutefîkê xwe yê hêja Sûriyeyê bi tenê nehêle û winda neke, divê Herêma Kurdistana Federal notr bike.

Teqînên ku van rojên dawî li herêmê pêk tên ji alî Îranê ve tên organîzekirin. Îran bi vê peyamê ji DYA'yê re dibêje "ez ê başûr û bakura Iraqê wekî hev bikim cihê tevliheviyê û aloziyê." Heke mirov bêje DYA ji van tehdîdan natirse, mirov zêde xam e.

Îran van tehdîdan di gotinê de nahêle û êrîş dike. Êrîşên dawî yên Celewla, Kerkûk û deverên din hemû bi operasyona Sûriyeyê ve girêdayî ne. Di vê rewşê de PKK an jî PJAK di çiyê de hebin an tune bin ferq nake. Heke ferqek hebe ew jî ev e ku herêmê li hember êrîşên xerabtir diparêzin.

Mertalên Zindî ji bo ev dîwarê parastinê xira nebe garantiya gerî mezin a gelê Kurdistana Başûr e. Mertalên Zindî dijimnên kurdan ji cesaret û mêraniyê dixe. Îran û Tirkiye di demek wiha de naxwazin ku bi dîmenên Filîstîn û Gazê tîne bîra mirovan bên dîtin û naskirin. Ev yek dê wan têxe dev tivinga Ewropa û gelên cîhanê. Mertalên Zindî ji vî alî ve cîhada herî mezin a kurdan pêk tînin. Û bêyî ku çekan bi kar bînin parastina axê û qedera Kurdistanê dikin.

Tevgera Kurd vê yekê baş dibîne û di van rojan de Mertalên Zindî dê bi awayê herî xurt ji Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn û Heta Colemergê, ji Kerkûk, Hewlêr, Duhok, Silêmanî û heta Ewropayê biherikin Çiyayên Qendîl û Herêma Medya û dê mertalê herî xurt li dijî êrîşan pêk bînin.

Di şer de ji mertal pîvanek heye ku mijara pirtûkan e:"Mertal bi destê çepê, şûr û rim bi destê rastê tê hilgirtin. Kes hem bi mertalê xwe hem bi mertalê hevalê xwe ji çepê ve tên parastin û rastê ve êrîşa xwe dikin. Dema ku mertalê hevalê çepê ket dora mirov e, zincîr bi ketina mertal dest pê dike û artêş ji çepê ve dişkê, belav dibe." Piştî hezar salî îro dîsa mertal mijara man û nemanê ye.


Bêjeyên Miftehî