1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mertalên Zindî hatin rawestandin
Mertalên Zindî hatin rawestandin,mertalên,zindî,hatin,rawestandin

Mertalên Zindî hatin rawestandin

A+ A-

Bi sedan kesên ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Aştiyê ji gelek bajaran hatin û xwestin bibin mertalên zindî lê li Qereqola Cendirmeyan a Gundikê Mele ya Mîllî têne rawestandin şeva xwe li Gundikê Mele derbas kirin. Konvoy serê sibê dîsa ber bi sînor ve bi rê ket û dîsa bi hinceta 'Fermana Walî ye' hatin rawestandin.

Çalakiya Dayikên Şemiyê ku beriya 5 rojan hate destpêkirin didome. Bi sedan kesên ku ji Amed, Êlih, Sêrt, Dêrsim û Mêrdînê derketin rê û xwestin tevli çalakiya dayikan bibin 30 kîlometre dûrî Qilabanê hatin rawestandin. Dayik duh bi barîqatên têl bi hinceta ku fermana Waliyê Şirnexê hatin rawistandin. Piştî ku koma li Qesrîkê hatibû rawestandin jî gîhîşt noqteya wan çepik û tîlîiyan hatin pêşwazîkirin.

Bi sedan mertalên zindî ku îşev li Gundikê Mele şeva xwe derbas kirin, serê sibê dîsa ber bi sînor ve derketin rê. Konvoya ku xwest ber bi gundê Zevyan, Deriyê Dawetiyan û Deriyê Bakur ve bimeşin niha ji aliyê qereqola cendirmeyan a Gundikê Mele ya Mîllî ve tên rawestin. Rageşiya li ber qereqolê didome.

Piyê Dayika Aştiyê şikest

Her wiha piştî ku leşkeran konvoy rawestand û rojê li serê Dayika Aştiyê Mekiye Gîrtî xist, xwest biçe ber siyê û bêhna xwe bide. Lê dema ku Girtî meşiya û çû ber siyê ket xwar û piyê wê şikest. Hevalên Girtî ew bi maşîneyê rakirin Şirnexê. DÎHA (mae)