1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Mertalên Zindî li ser sînor kon vegirtin
Mertalên Zindî li ser sînor kon vegirtin,mertalên,zindî,li,ser,sînor,kon,vegirtin

Mertalên Zindî li ser sînor kon vegirtin

A+ A-

COLEMÊRG - Komek Mertalên Zindî yên ji Gever û Colemêrgê ji bo biçin sînor, hemû barîqat şikandin û li ser sînor kon vegirtin.

Bi sedan Mertalên Zindî yên ji Gever û Colemêrgê ji bo şermezarkirina êrîşa li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê û operasyonên li herêmê bidin rawestandin ketibûn rê cara 2'yemîn hatin rawstandin. Komek di nav wan de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Osman Dara û Serokê Meclîsa Bajar Ferzende Yilmaz jî heye ligel sedan Mertalên Zindî barîqat şikandin û giştin gundê Gelê Şîmê.

Konên Mertalên zindî li nokteya ku 1'emîn Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê ku di sala 1999'a e lê derbasî Tirkiyeyê bûbû hate vedan. Di konên hatin vedan de wêneyên Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Gulnaz Karataş (Berîtan) û pankarta "Hezên li ser herîkandina xwîna gelê Kurd bûne yek, dê di xwîne de bixeniqin" hate daliqandin. Her wiha ala Konfedaralizm jî hate hildan.

KOMÊ PIŞTÎ BARÎKATÊ DEST BI ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ KIR

Koma di nav de parlamenterê, Şaredar û rêveberên BDP'ê jî heyî di ketina Şemzînanê de çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakiya Mertalên Zindî didome.

ANF NEWS AGENCY