1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mertalên Zindî Tên Astengkirin
Mertalên Zindî Tên Astengkirin,mertalên,zindî,tên,astengkirin

Mertalên Zindî Tên Astengkirin

A+ A-

SILÊMANÎ - Mertalên zindî yên li nêzîkê Qendîlê rastî astengiya hêzên asayîşê hatin û ketin greva birçînbûnê, pişt re rastî mudaxaleyê hatin. Mertalên Zindî piştî mudaxeleyê rê li hatûçûnê girtin. Çalakî berdewam dike. Bi dehan encamên hêzên asayîşê derdorê çalakgeran girtine.

Mertalên zindî yên ji bo êrîşa hewayî ya li ser axa Herêma Kurdistanê şermezar bikin 3 roj berê ji Silêmaniyê ketin rê li bajarokê Sengeserê ya nêzîkê Qendîlê ji aliyê hezên asayîşê ve hatin sekinandin.

Hezên asayişê Mertalên Zindî bi hinceta "Destûr ji Wezîrê Navxweyî negirtine" destûr nedan. Piştî astengkirine mertalên zindî daxuyanî dan û ketin greva birçîbûnê. Mertalên Zindî yên di noiteya legerînê ketin greva birçîbûne rastî mudaxaleya hezên asayişê hatin. Çalakiya Mertalên Zindî berdewam dike.