1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Mesail-i Muhimme-i Kurdistan
Mesail-i Muhimme-i Kurdistan,mesail,i,muhimme,i,kurdistan

Mesail-i Muhimme-i Kurdistan

A+ A-

Pirtûka bi navê 'Mesail-i Mühimme-i Kürdistan' ku 400 belgeyên fermî li xwe digre, radixe ber çavan ku dewleta Osmanî çawa Kurd bi Kurdan dane kuştin û şerê birakujiyê di nav wan de belav kiriye.

Lêkolîner Kerem Soylu, 15 sal in bi awayekî akademîk ligel Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê karê xwe dike. Piştî 7 sal kar û xebat pirtûka xwe ya navê "Mesail-i Mühimme-i Kürdistan" weşand. Pirtûka ji aliyê Enstîtûya Amedê ve hat weşandin û ji belgeyên di navbera salên 1840-1847ê yên di dema Bedirxan Paşa de ku rayedarên Dewleta Osmanî yên li Kurdistanê ji hev re nivisandine pêk tê.

Gelek belgeyên di pirtûkê de cih digrin jî bersiv û nameyên Bedirxan Beg in ku ji kadroyên wê demê yên Osmaniyan re nivîsandine. Pirtûka ku ji 400 belgeyên fermî pêk tê, derbarê pirsgirêkên wê demê yên Kurdan de, serhildanên mezin û biçûk ên mîrên Kurd li hemberî Osmaniyan dane destpêkirin de agahiyên girîng û berfireh hene. Pirtûka ku 1120 rûpel e bi piranî derbarê polîtîkayên Osmaniyan ên ku Kurd bi Kurd didin kuştin, di bin navê ol de dijminahiyê dixe nav Kurdan û serhildanên Kurdan ên li herêmên Botan, Diyarbekir, Colemêrg, Wan, Mûş û Bedlisê de agahiyan dide. Balkêş e ku behsa van deveran wek 'Kurdistan' tê kirin.

'Osmanî bi dînamîkên civaka Kurd leyistin'

Di pêşgotina pirtûkê de nivîskar Soylu derbarê vê xabata xwe de agahiyên girîng dide û dibêje: "Di salên 1840an de li Eyaletên Erzirom, Erzingan, Dêrsîm, Sîvas, Mereş, Meletî û Dîlokê KKurdan gelek caran serî hilda û di navbera Dewleta Osmanî û Kurdên van devaran de nexweşî rûdan û van bûyeran jî cihê xwe di belgeyan de girtiye. Lê dema behsa van devaran tê kirin peyva 'Kurd' û 'Kurdistan' nayê bikaranîn."

Soylu diyar kir ku zihniyeta derbarê pirsa Kurd de ya îro li Tirkiyê çêbûye bingeha xwe ji Osmaniyan digre û wiha pê de çû: "Nêrîna Osmaniyan di avabûna zihniyeta niha ya dewleta fermî ya Tirk de pir diyarker e. Mirov di van belgeyan de dibîne ka Osmaniyan çawa bi dînamîkên civakî, olî û eşîrtî yên Kurdan leyistine." Soylu sedema tercîhkirina navê 'Mesail-i Mühimme-i Kürdistan' jî wiha vedibêje: "Belgeyên ku min bi dest xistin hemû di arşîva dewleta Osmaniyan de bi wî navî hatine qeydkirin. Wateya wî navî 'Meseleyên Girîng ên Kurdistanê' ye. Lewre jî min ev nav tercîh kir."


Polîtîka nehatiye guhertin: Kurdan bi Kurdan bide kuştin!

Di belgeyên ku hatine weşandin de gelek aliyên derbarê Mîr Bedirxan de yên nayên zanîn jî ronî dibin. Nêzîkahiya Dewleta Osmaniyan a ji bo Kurdan jî bi hemû aliyên xwe bi belgeyan eşkera dibe. Dema mirov belgeyan dixwîne bi rehetî dibîne ku di navbera polîtîkayên niha tên meşandin û yên wê demê de ferqeke mezin tune. Hinek rêbazên polîtîk ên wê demê li hemberî Kurdan dihatin bikaranîn ev bûn; Şikandina Kurdan bi destê hev, lîstîna bi hestên olî yên civakê, bikaranîna mirên Kurd li hemberî hev, bikaranîna terîqeta Nexşebendiyan li hemberî mîrekên Kurd, bi pere û meqaman kirîna hinek axa û began û bikaranîna wan li hemberî serhildanan. Her wiha ev belge bi naveroka xwe dê nîqaşeke nû di warê bîra dîrokî ya Kurdistanê de bide destpêkirin.

Di bêçareseriyê de bandora kevneşopiya Osmaniyan

Pirsa Kurd a ku bi avakirina komarê ji Osmaniyan derbasî dewleta Tirkiyê bû heta îro jî bêçareserî maye. Bi belgeyên ku Soylu di pirtûka xwe de weşandine, mirov dibîne ku kevneşopiya fermî ya Tirkiyê bingeha xwe ji polîtîkayên Osmaniyan ên wê demê digre. Ziman, nêzîkahî û polîtîka rayedarên dewletê yên wê demê û yên niha pir nêzî hev in. Bi van belgeyan tê dîtin ku polîtîkayên di sedsala 18-mîn û 19-mîn de li dijî Kurdan hatine meşandin rewşa aborî-civakî ya Kurdan hatine guhertin. Herçiqas bi destê rayedarên dewletê ve jî hatibin nivîsandin, dîsa derbarê jiyana civakî ya Kurdan a wê demê de ev belge derfeteke xurt didin lêkolînerên xwedî mereq.

Belgeyên aliyê Kurd kêm in

Di pirtûkê de belgeyên Dewleta Osmanî yên fermî cih digrin, lê belge, nerîn û nivisarên mîrên Kurd ên ku serî li hemberî Osmaniyan rakirine cih nagrin. Ji ber vê yekê jî Enstîtûya Diyarbekirê ya pirtûk weşandiye li ser mijarê ev şîrove kiriye: "Em nizanin ka mîrekên Kurd ên dijî dewletê di nava berxwedanê de bûn, rewşê çawa dinirxînin û bersivên çawa di nava xwe de didin van polîtîkayan. Lewre jî ev berhem tenê belgeyên fermî, ango nerîna fermî ya dewleta Osmaniyan tîne ziman û aliyê Kurdan kêm maye. Em bawer dikin ku rojekê dê belgeyên di navbera Kurdan de hatine nivisandin jî derkevin holê. Wek tê zanîn piştî Mîr Bedirxan li hemberî Osmaniyan serhildan da destpêkirin, ew hat girtin. Îhtîmaleke mezin ew nivîsên ku ji hêzên xwe re şandine di arşîva wî de bûn û ev arşîv jî ketiye destê dewletê. Dibe ku Bedirxan Beg beriya ku bê girtin arşîva xwe teslîmî hin kesan jî kiribe. Bi hêviya ku rojekê dê ev yek jî ronî bibe."

Bûyera Keleha Xoşebê

Di nameyeke Muşirê (General) Erziromê Halîl Kamilî ku di 16ê Kanûna 1841an de ji Bedirxan Beg re şandiye jê tê xwestin ku bi artêşa xwe re biçe Keleha Xoşebê û serhildana Xan Abdal û Xan Mehmûd li hemberî leşkerên Osmanî daye destpêkirin, tepeser bike û Xoşebê ji herdu birayên Xan bistîne. Li ser vê yekê Mîr Bedirxan bi artêşa xwe re diçe Xoşebê û piştre vedigere Cizîrê. Lê vê carê Halîl Kamilî nameyekê ji xelefê (berpirsyar) xwe Hafiz Paşa re dişîne û wiha dibêje: "Bedirxan Begê ku çû Xoşebê, keleh ji Xan Abdal û Xan Mehmûd nestand û ji bo ku xwe li heremê bike hêz bi wan û Mîrê Hekariyê Nasrullah Beg re li hev kir û vegeriya Cizîrê."

Li ser vê îdiayê Bedîrxan Beg nameyekê ji Waliyê Amedê re dişîne û heqaretên giran li Nasrullah Beg, Xan Abdal û Xan Mehmûd dike û girêdana xwe ya bi Osmaniyan re tîne ziman. Lê balkêş e ku piştî Bedirxan Beg serî li hemberî Osmaniyan radike, zimanê xwe yê li hemberî rayedarên Osmanî tûj dike û di belgeyan de diyar dibe ku fermanên Osmaniyan jî yên derbarê Bedirxan Beg de dijwar dibin.

Ji pirtûkê belgeyeke balkêş

Herwiha nameya ku Waliyê Musilê Mehmed Abduhu di 2-ê Cotmeha 1843-an de ji Pedîşahê wê demê re şandiye wiha ye: "Qabîleya Tayarî (Tiyarî) ku bi qasî 40-50 hezar kes in û li çiyayên bilind ên di navbera Îmadiye, Wan û Colemêrgê weî şervan dijîn van demên dawî bi hinek keşîş û ednezyarên Ewrûpî re danûstandina xwe zêde kiriye. He wiha dêreke mezin û gelek ode ava kirine. Ev kom her diçe têkiliyên xwe yên bi Ewrûpiyan re zêdetir dikin. Bedirxan Beg artêşa xwe şand ser vê komê, hemû ceza kirin û dêra ku hatiye avakirin jî hilweşandiye. Lewre jî min bihîst ku derbarê Bedirxan Beg de li ser vê meselê hinek gazinc û gilî hene. Ger gazinc ji ber vê yekê bin, tiştên ku Bedirxan Beg kirin rast in. Hêvîdar im ew tiştên ku xeternak in di demeke kin de bên sererastkirin.

Ferman a Pedîşahê min e

2 Cotmeh 1843 / Waliyê Musilê Mehmed Abduhu."

Enstîtuya Kurdî ya Amedê

Dr. Sıtkı Göral Cad. Kalem Sk. No: 32/4

Telefon Faks: +90 412 237 43 16

[email protected]


Bêjeyên Miftehî